Ji ber ku dozger nehat danişîna rojnameger Aslan taloq bû 2020-12-10 13:39:11   WAN – Doza rojnameger Arîf Aslan, ji ber ku dozger bêyî ku tu hincet nîşan bide tevlî danişînê nebû hat taloqkirin.    Darizandina rojnameger Arîf Aslan ku ji ber dema tayînkirina qeyûm dîmenên avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kişandibû û bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin û piştre hatibû berdan, hat berdewamkirin.    Aslan bi parêzerê xwe Cîhat Dûrmaz re tevlî danişîna xwe ya ku li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin bû. Ji ber ku dozger bêyî ku tu hincet nîşan bide tevlî danişînê nebû danişînî taloqî 11’ê sibata 2021’an hat kirin.