‘Ji bo têkoşîn bidome peywîr dikeve ser milê herkesê’ 2020-12-10 13:49:22   ENQERE - Seroka Komeleya 10’ê Cotmehê Mehtap Sakîncî Coşgûn, di 62’emîn meha Komkujiya Garê de qala pêvajoya dozê kir û wiha got: “Ji bo têkoşîn bidome di vê pêvajoyê de pêywîr dikeve ser milê herkesî.”     Di meha 62’emîn de qurbaniyê Komkujiya Gara Enqereyê li Qada Garê hatin bibîranîn. Di bîranîna ku ji ber pandemiya kovîd-19’ê kêm kes tevlî bûn de pankarta ku wêneyên 103 qurbaniyan li ser bû hat hilgirtin. Piştî rêzgirtinê dirûşmeya “10’ê Cotmehê ji bîr neke nede ji bîr kirin” hat berz kirin. Dûre Seroka Komeleya 10’ê Cotmehê (10 Ekim-Der) Mehtap Sakîncî Coşgûn, diyar kir ku her kêliya ku negihin edaleta rast kerbên wan vedibin û wiha axivî: “Dibêjin qey em ê dest ji têkoşînê berdin, 62 meh derbas bû. Di 62 mehan de ji êşa me re rêz nehat girtin, êşa me nayê bihîstin. Di lêgerîna hiqûqê de tu pêşveçûn nîne. Darizandina komkujiya 10’ê Cotmehê ya ku nêzî çar sal in didome bi hevre dişopînin. Wê 15’ê Kanûnê darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a 4’emîn a Enqereyê bidome. Pêvajoya darizandinê ya tenê bersûcekê girtî û kursiyên bêrsûcan ên vala heye niha.”   ‘KERBA ME MEZIN DIBE’   Coşgûn, da zanîn ku ji ber kovîd-19’ê her çiqas hejmara wan kêm bibe jî kerbên wan mezintir dibin û wiha got: “Bila bizanin ku em ji 10’ê Cotmeha 2015’an heta niha bi awayekî rast najîn. Di vê pêvajoyê de me fêhm kir ku wext ne êşa me ne jî kerbên me kêm dike. Ev doz, doza herî mezin a di dîroka komarê de ye. Gelek delîl li bendê ne ku derkevin holê. Ji bo ku têkoşîn bidome peywîr dikeve li ser milê me tevan. Divê em eywanan tijî bikin. Tenê bi anîn ziman a kerban nabe divê em hin tiştên din jî bikin. Em bîrdariyekê dixwazin. Meha pêşiya me jî em ê li vir bin. Divê herkes bizane ku heta ev doz bigihîje edaleteke rast wê çalakiya me berdewam bike.”   ‘DIVÊ KESÊN RÊ LI BER KOMKUJIYÊ VEKIRIN JÎ BÊN DARIZANDIN’   Hevserokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk jî diyar kir ku komkujiya li dijî mirovatiyê hatiye kirin qet ji bîr nakin û wiha got: “Me çawa Çorûm, Gurgum, Sêwaz ji bîr nekirin, em ê 103 canên xwe yên di 10’ê Cotmehê de winda kirin jî ji bîr nekin. Kesên komkujî pêk anîn û rê li ber komkujiyê vekirin jî ji bîr nakin. Wê hefteyekê çalakiyên me hebin. Em ê di 15’ê Kanûnê de danişînê bişopînin. Divê herkes hestiyar be. Divê em girîngiyê bidin dozê, ne tenê kesên komkujî pêk anîn, kesên ku rê li ber komkujiyê vekirin jî bên darizandin.”