Danişîna rojnameger Orûç û Çaksû taloq kirin 2020-12-10 14:22:31   STENBOL – Danişîna rojnameger Azîz Orûç û Ersîn Çaksû ku bi îdîaya “biçûkxistina dewlet, hikumet, rêxistina emniyet û eskeriyê” tên darizandin, hat taloqkirin.   Ji ber nûçeyên ku di rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê ya bi Biryarnameya di Huqmê Qanûnê (KHK) de hatibû girtin de hatibûn weşandin, bi îdîaya “biçûkxistina dewlet, hikumet, rêxistina emniyet û eskeriyê” doz li rojnameger Azîz Orûç û Ersîn Çaksû hatibû vekirin. Danişîna Orûç û Çaksû li 2’yemîn Dadgeha Cezaya Asliyeyê ya Çaglayanê hat dîtin.   Çaksû beşdarî danişînê nebû û Orûç jî bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Piştî tespîtkirina nasnameyê Orûç parastina xwe kir û da zanîn ku 7 sal zêdetire rojanmegeriyê dike û berçavgirtina sûda cemaweriyê, hewl dide ku rastiya ji gel re pêşkêş bike. Orûç, anî ziman ku pêşberiya wî ya dadgehê ya ji ber nûçeyekê rewşeke bi êş e û got: “Ji ber nûçeyên ku min çêkirine ne poşman im. Ji pêşkêşkirina rastiyan a gel zêdetir min tu karên din nekirine.” Orûç, sûcdariyên li wî hatin kirin red  kir û daxwaza beraeta xwe kir.   Dûre Parêzerê Orûç mafê axaftinê girt û diyar kir ku beşdarî parastina muwekîlê xwe dibe û xwest nûçeyên hatine çêkirin di çarçoveya azadiya raman û çapemeniyê de werin nirxandin û ji bo muwekîlê xwe daxwaza beraetê kir. Dozger jî diyar kir ku di vê astê de gotineke wî ku bêje tune ye û derbarê Ersîn Çaksû de daxwaza berdewamkirina biryara girtinê kir.    Piştî parastinan dadgehê biryara girtinê ya derbarê Ersîn Çaksû de heta înfaza wan bê kirin sekinand û biryara hejmarên rojnameya Ozgurlukçe Demokrasiyê yên 21, 22, 23, 24, 25, 26, 27, 28, 29, 30, 31 ên meha cotmehê yên di sala 2016’an de tevlî dosyaya wan bike da û danişîn taloqî 16’ê adara 2021’an kir.