TUAY-DER: Daxwazên girtiyan bi cih bînin 2020-12-10 15:32:42   AMED - TUAY-DER’ê diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê bandor li hemû civakê kiriye û xwest daxwazên gitiyên ku di çalakiyên greva birçûbûnê de ne bi cih bên.   Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) a Amedê, derbarê çalakiya grevên birçîbûnê ku ji 27'ê Mijdarê ve ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan girtiyan li girtîgehan dane destpêkirin li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê, rêveberên MEBYA-DER’ê, endamên Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya 78’an û gelek xizmên girtiyan beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de endamê TUAY-DER’ê Mehmet Ûzel axivî.   Ûzel, diyar kir ku li dijî bêhiqûqiyên derketine holê çalakiyên greva birçîbûnê dest pê kirine û wiha got: “Bi îlankirina Rewşa Awarte re hem li derve hem jî li girtîgehan gelek bêhiqûqî derketin holê. Destpêkirina çalakiyên greva birçîbûnê nîşaneya binpêkirina mafên bingêhîn ên Danezana Gerdûnî ya Mafê Mirovan ku Tirkiye jî alîgirê wê ye."   ‘DI 2020’AN DE 40 GIRTIYAN JIYANA XWE JI DEST DA’   Ûzel, da zanîn ku bi berdewamkirina tecrîd û meşandina pêkanînên Rewşa Awarte re daxwaza edaletê bi dengekî bilindtir tê ziman û wiha axivî: “Bi pêvajoya pandemiyê re tecrîda mûtleq li girtîgehan dest pê kir. Di 2020’an de nêzî 40 girtiyan jiyana xwe ji dest daye û bi dehan girtiyên nexweş jî bi hinceta pandemiyê nayên tedawîkirin û tên tecrîdkirin. Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêdetir dibin. Di serî de girtîgeh hemû civakê kirine bin tecrîdekê.”   ‘PERGALA TECRÎDÊ ÎTEATKIRINÊ ARMANÇ DIKE’   Ûzel, anî ziman ku pergala tecrîdê cihekariyê, yekkirinê, îtaetkirinê armanç dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pergala tecrîdê ne tenê cezakirin e, di heman demê de teknîka rêbazê ye. Ev rêbaz derveyî hiqûq û demokrasiyê ye. Divê daxwazên girtiyên di çalakiya grevên birçîbûnê yên li gorî hiqûqa netewî û navnetewî bên pêşwazîkirin.”   Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Girtiyên siyasî rumeta me ne” bi dawî bû.