'Şikandina tecrîdê dê pêşî li ber aştiya civakî veke' 2020-12-11 09:09:48 STENBOL - Aktivîsta TJA'yê Sureya Kilinç diyar kir ku çavkaniya pirsgirêkan tecrîd e û got: "Bidawîbûna tecrîdê, dê rê li ber aştiya civakî veke."  Li girtîgehan ji 27'ê Mijdarê ve çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didomin. Her wiha Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 2'yê Cotmehê de li Amedê daxuyaniyeke hevpar dabûn û di vê daxuyaniyê de kampanyaya "Em yekîtiyê ava bikin, tecrîdê bişikînin, azadiyê pêk bînin" dabûn destpêkirin. Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sureya Kilin. pêvajoya heyî nirxand.    PIRSGIRÊKA MIROVAHIYÊ    Kilinç, diyar kir ku tecrîd tenê ne meseleyek hiqûqî ye, di heman demê de pirsgirêka mirovahiyê ye û got: "Kesekî ku gelek jê re dibêje 'rêberê min e' ji zû de ye tê tecrîdkirin. Ev yek nayê qebûlkirin."    SEDEMA PIRSGIRÊKAN TECRÎD E    Kilinç, bilêv kir ku li dijî tecrîdê hin çalakî li dar xistine û got: "Hem çalakiyên me dewam dikin, hem jî em hewl didin li dijî tecrîdê hesasiyetekê peyda bikin. Cinayetên jinan, îstismarkirina zarokan û şerê ku bi salan e didome, hemû girêdayî tecrîdê ne. Têkoşîna li dijî tecrîdê, di heman demê de têkoşîan li dijî cinayetên jinan, îstismarkirina zarokan û şer e."    FIKRÊN WÎ JI BO JINAN...   Kilinç, destnîşan kir ku herî zêde jin li dijî tecrîdê têdikoşin û got: "TJA, li seranserê cîhanê tevgereke azadiya jinê ye. Di azadiya jinê de bîrdoziya azadiya jinê pri girîng e û ev yek divê bê belavkirin. Em ji bo vê têdikoşin. Di warê azadiya jinê de fikrên Birêz Ocalan ji bo jinan pir girîng in. Polîtîkaya tecrîdê ya li hemberî Birêz Ocalan bandoreke neyînî li jinan dike."    CIVAK TÊ TECRÎDKIRIN    Kilinç, bal kişand ser qedexekirina hevdîtina parêzer, malbatan û hevdîtina bi telefonê ya li Îmraliyê jî û got: "Birêz Ocalan di 21 salan de tenê carekê bi telefonê bi malbata xwe re axiviye. A tê kirin jixwe li dijî mafên mirovan e. Bi ser de jî ev mafê ku nahêlin bê bikaranîn qedexe dikin. Ev yek bêhiqûqiya ku tê kirin nîşan dide. Qedexekirina hevdîtina bi parêzer û malbatan re tecrîdê girantir dike. Di şexsê Birêz Ocalan de tevahiya gelmn Tirkiyeyê tê tecrîdkirin."    AŞITÎ   Kilinç, ji bo grevên birçîbûnê ku li girtîgehan li dijî tecrîdê hatine destpêkirin jî got: "Niha girtîgeha cardin li dijî tecrîd dest bi greva birçîbûnê kirine. Ev têkoşîn ji bo aştiya civakê û bidawîbûna tecrîdê pir girîng e. Tecrîda Îmraliyê divê bi temamî bê şikandin û Birêz Ocalan azad bibe. Bidawîbûna tecrîdê, dê pêşî li ber aştiya civakiyî veke. Heger li dijî tecrîdê têkoşîn tune be, dê alozî û neçareserî bidome. Lewma ji bo şikandina tecrîdê divê têkoşîna bê xurtkirin."    BANGAWAZΠ   Kilinç ji bo şikandina tecrîdê bang kir û got: "Ji bo aştî çêbibe, tecrîda li ser Birêz Ocalan divê bê şikandin. Lewma her kes divê bi berpirsiyarî tevbigere û têkoşînê dorfireh bike."   MA / Erdogan Alayûmat