TTB: Ji derziyê ku hatine erêkirin fikaran nekin 2020-12-11 10:28:05 ENQERE - Sekreterê Giştî yê TTB'ê Prof. Dr. Vedat Bulut, têkildarî fikarên civakê yên der barê derziyên ji bo vîrûsa corona de nirxandin kir û got: “Divê welatiyên me ji derziyên hatine erêkirin nekevin nava fikaran. Bes divê ev derzî li gorî pîvanên navneteweyî hatibin amadekirin."    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca diyar kir ku dê di meha Kanûnê de 50 milyon derzî temîn bikin. Koca anî ziman ku piştî di erêkirina Saziya Cihazên Tibbî û Îlacan re derbas bû dê van derziyên vîrûsa (Kovid-19) texin meriyetê. Li ser van derziyan ku li dijî vîrûsê bên sepandin fikar û niqaşên di nava civakê de didomin. Têkildarî mijarê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) û Pisporê Îmmunolojiyê Prof. Dr. Vedat Bulut nirxandin kir. Bulut, ewil sedema fikarên civakê yên li dijî derziyan nirxand û wiha got: "Sedema bingehîn a bêbaweriyê, ji destpeka şewba vîrûse heta niha der barê şewbê de agahiyên zelal û rast nehatin parvekirin. Dîsa agahî bi rêxistinên tenduristiyê, sendika û mirovên zanistiyê re nehatin parvekirin. Li Tirkiyeyê mixabin siyaset li pêş polîtîkayên zanistiyê ye. Li daxuyaniyên der barê derziyan de binerin tevlihevî heye. Dê bi ciqasî bê firotin, dê doza wê çiqas be, dê kîjan komên rîstê berê van derziyan li xwe bixin hêj tam ne zelal e. Ewil gotin dê di 11'ê kanûnê de û piştre gotin dê di 14'ê kanûnê de mirovan derzî bikin. Niha dediyariyek heye. Ev dibe sedema bê baweriya civakê."    Bulut, destnîşan kir ku eger TTB'ê tev li vê pêvajoya derzîkirinê nekin, dê ev yek zerarê bide cemaweriyê û wiha lê zêde kir: "Li Tirkiye mixabin qada tenduristiyê kirine deriyê rantê. Şîrketên îlacan rantek mezin ji vê yekê dixwin. Ji ber van lobiyan polîtikayên TTB’ê naecibînin. Lê cemawerî me naz dikin. Di encamê de em tenduristiya civakê esas digirin û diparêzin. Em ji bo vê yekê têdikoşin. Kesên li dijî polîtîkayên neo-liberal tev digerin, ji aliyê hikûmetê ve nayên qebûlkirin. Ev zêde me eleqeder nake. Divê em erk û karê xwe rast pêk bînin. Divê bi her awayî em berpirsiyariya xwe ya civakê pêk bînin. Gel dizane em çawa dibêjin. Niha baweriya civakê ya ji TTB’ê bê sînor heye."    Bulut, bal kişand ser derziyên ji welatan bên jî û wiha axivî: "Derzî ji Rusya, Çin, DYA an jî ji Almanya bên ne zêde giring e. Ya girîng belgeyên zanîstî ne. Ya giring der barê van derziyan de belgeyên zanistî bebin." Bulut, li ser dîtina zû ya van derziyan jî ev tişt got: "Teknolojiyên derziyan ên berê û yên niha ji hev pir cuda ne. Beriya  9-10 sal berê şewbên SARS û MERS'ê li cîhanê belav bûn. Ev vîrûs xizmên hev in. Li ser9 wan gelek xebat hatin kirin. Vê xebatê ji sifirê de dest pê nekiriye. Ji ber şewba Covid-19  li cîhanê di qada aborî û civakî de qeyran kûr kir, bi lez destûr dan bikaranina derziyan. Li vir li rêjeya fêde û rîskê dinerin. Derziya Covid-19 li gel hemû rîskan fêdeya wê zêde ye. Ji ber ku ji aliyê zanistî ve li vê yekê fikirîne sazî vê rebazê bikar tînin. "    Bulut, daxuyaniyên fîrmayên îlacan ên dibêjin ‘Derziya min ji sedî 97 bi bawer e, ji sedî 95 bibawer e' tu aliyê wan ê zanistî tune ye. Divê van yekan wekî gotar û raporan parve bikin. Niha welatê Îngiltereyê ruhsata îlacên xwe çêkir. Dîsa Rusya derziyên xwe ji bo welatê xwe tescil kir û niha pêk tîne. Li Çinê 2 derzî li welatê xwe tescil kir û li welatê xwe bikar tîne. Li Tirkiyeyê Saziya Cîhazên Tibbî û Îlacan ne organizasyonek serbixwe ye. Bi destê dewletê tên kirin. Divê saziyên xweser hem venêrtinê bikin û hem ruhsatê bidin. Mixabin ev yek li Tirkiyeyê wekî saziya ruhsatê pêk nehat. Divê pirsên ‘Bi kijan belgeyan? û Çawa erê dike" bên bersivandin. Eger li Tirkiyeyê belgeyên zanistî pêşkêş nekin û van derziyan bikar bînin, ev dê ji aliyê sinca tipê û zanistiyê ve şaşiyek mezin be. Eger di vî milî de civak pirsgirêkan bejî raste rast berpirsiyarê vê yekê Wezareta Tenduristiyê ye. Eger ku hat erêkirin divê kes nekeve fikaran. Eger ku di aliyê zanistî ve hat erêkirin divê baweriya xwe bînin. Divê welati der barê derziyan de bibar bin. Eger saziyên zanistî derziyan erê bikin di serî de emê xwe derzî bikin.    Niha fikarên ku 'nexweş piştî derzî bû 2-6 meh şûnde dîsa bi şewbê ket dê dîza derzî bibin?' heye. Em ê vê yekê di pêvajoyê de binerin. Eger bersiva li dijî vîrûsê parastinê hebe, Em di Îmmunolojiyê de dibêjin hiş; Ev bêtir demdirêj e. Dibe ku ev derzî heta heta biparêze. Em ê vê yekê di jiyanê de bibînin."      Bulut, herî dawî bal kişand ser hêjmara derziyên ku bên Tirkiyeyê û wiha bi dawî kir: "Bê guman derziyên ku bên Tirkiyeyê têr nakin. Dê ewil kesên temenê wan zêdeyî 65'an, nexweşên astım, KOAH, hipertansiyon, obezite û yên din bên derzîkirin. Ev derzî eiwl ji bo van kesan têr dike. Pişte divê beşên din ên civakê jî bên derzîkirin. Niha nifûsa Tirkiyeyê 83 milyon e. 5 milyon penaber heye. Ji ber vê yekê ev derziyên bên Tirkiyeyê ter nakin. Derzî dê bi 2-3 dozan bên bikaranîn. Ji bo wê nêzî 170 milyon derzî lazim be. 50 milyon derziyên ku bên tenê ji bo koma rîskê têr dike.    MA/ Zemo Aggoz