Ji bo mijara ambargoya li ser Tirkiyeyê lihevkirin pêk hat 2020-12-11 11:48:11 STENBOL - Di roja ewil a Lûtkeya Lîderên YE’yê de li ser mijara danîna amborgaya lêzdekirina ser Tirkiyê lihevkirin pêk hat.   Lûtkeya Lîderên Yekîtiya Ewropayê (YE) li hev civiya. Di encamnameya roja ewil a Lûtkeyê de têkildarî beşên Tiriyê û Rojhilatê Derya Spî lihevkirin pêk hat. Di beşa encamnameya hat pejirandin de hat xwestin lîsteyêk lêzedekirî yên tedbîrên sînordarkirinê ji ber faliyetên sondajê bi awayek bêrayedarî ku Tirkiyê li Deryaya Spî kiriye were amadekirin.    Di metna biryarê de hat xwestin ku di Nûnertiya Bilind a Polîtîka û Ewlehiyê ya Derve ya YE û Komîsyona Ewropa de derbarê têkiliyên siyasî, aborî û bazirganî yên YE û Tirkiyê de rapor were amadekirin. Dîplomatek ji AFP’ê re axivî got: “Tedbîrên hatiye diyarkirin, wê sînordarkirinê deynin ser kesan û heke Tirkiye faliyetên xwe bidomîne wê tedbîrên lêzêdekirî jî werin girtin.”   ‘BERSIVA LI HEMBER ENQEREYÊ YE’   Rayedarek Fransî têkildarî ambargoyên nû yên li ser Tirkiyê ku ji aliyê Lîderên YE de were dayîn ji Reutersê re axivî û got: “Biryara were girtin bersiva li hember Enqereyê ye ku her diçe rewş nebaş dibe.”   Beriya Lûtkeyê welatên mîna Yewnanîstan û Fransa, digotin pêwîste ambargoyên aborî yên hişktirin deynin ser Tirkiyê.