Malbatê cenazeyê Korman piştî 4 mehan girt 2020-12-11 12:40:55   EDENE - Cenazeyê Şefîk Korman ê di êrîşeke hewayî de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 4 mehan dan malbata wî.   Cenazeyê Şefîk Korman ê HPG’î yê ku li quntarê Çiyayên Amanos ê girêdayî navçeya Hassa ya Hatayê, di 22’yê Tebaxê de, di êrîşeke hewayî de jiyana xwe ji dest dabû, teslîmî malbatê hat kirin.   Ji ber ku cenazeyê Korman parçe bibû malbatê nekarîbû teşhîs bike û ji ber wê li Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê (ATK) testa DNA’yê dabû. Piştî 4 mehan encama testa DNA’yê derket û malbat ji bo ku cenazeyê kurê bigire çû  ATK’ya Edeneyê. Dûre malbatê cenazeyê kurê xwe teslîm girt.    Hat diyar kirin ku malbat wê cenazeyê kurê xwe li Bedlîsê defin bike.