Aydenîz bi hinceta KHK'ê bi 'endamtiya rêxistinê' hat sûcdarkirin 2020-12-11 13:09:53 AMED - Di danişîna doza bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" ya derbarê Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz hatibû vekirin de, dozger belgeya bi KHK'ê îxraçkirin, weke delîla sûc nîşan da û xwest 15 sal cezayê girtîgehê lê bê birîn.    Danişîna 8'emîn a doza bi îdîaya "endamatiya rêxistinê" ya derbarê Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) Salîha Aydenîz de hatibû vekirin, li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Aydenîz tevlî danişînê nebû. Parêzerê wê Cemîle Tûrhalli Balsak di danişînê de amade bû.    Îfadeya şahidê nepen "Sabir" a 2'yemeîn Dadgeha Cezayê Giran a Dîlokê girtibû, kirin dosyayê. Parêzesra Aydenîz Cemîle Tûrhalli Balsak, ji ber parlamenteriya Aydeniz xwest darizandina wê bê rawestandin û ji bo mînak jî biryarar  Destûra Bingehîn a ji bo Parlamenterê CHP'ê Enîz Berberoglû da bû nîşan da.    ÎXRAÇKIRINA WÊ KIRIN DELÎLA SÛC   Dozger, diyar kir ku daxwaza rawestandina darizandinê, li dijî rê û rêziknameyê ye. Dozger ji ber vê yekê xwest ku daxwaza parêzer bê redkirin û mutalaya xwe pêşkêşî şandeya dadgehê kir. Dozger, da zanîn ku Aydenîz cihê xwe di Meclîsa Daîmî ya KCD û komîsyonên wê de digire û îdîa kir ku ekîbên tenduristiyê ber alî kirine. Dozger, di heman demê de, belgeha Aydenîz a bi KHK'ê hatibû îxraçkirin jî weke delîla sûc nîşan da û xwest heya 15 sal cezayê girtîgehê bêceza kirin.    Parêzera Balsak, ji bo lêkolînkirina dosyayê û parastina li dijî mutalaya dozger daxwaza dem kir. Şandeya dadgehê piştî navberê, daxwaza parêzer a rawestandina darizandina Aydenîz red kir û danişîn taloqî 26'ê Adara 2021'an kir.