YE'ê danekirinên li dijî Tirkiyeyê zêde kir 2020-12-11 13:10:19 STENBOL – Yekîtiya Ewropa (YE) di Zîrveya Serokan a YE'ê de, ji ber pêkanînên Tirkiye yên li Rojhilatê Derya Spî danekirinên der barê Tirkiyeyê de zêde kir. Zîrveyê biryar da ku kes û fîrmayên ji xebatên der barê sondajan berpirsiyar li lîsteyê zêde bikin. YE'ê sepanên danekirinê yên girîng ên der barê Tirkiye de jî hiştin meha Adara 2021’an.   Zîrveya Serokên 27 delatên Yekîtiya Ewropa (YE) ku li Brukselê kom bûn, roja ewil bi rojevên butçe û mijarên Brexit civîyan. Lijneya Weziran a YE'ê di civînê de li ser têkiliyên Enqereyê yên li Rojhilatê Derya Spî û xebatên lêgerîna gazê û têkiliyên bi Tirkiyeyê re niqaş kirin. Piştî civînê encamname aşkere kirin. Di encamnameyê de biryar dan ku  ji ber pêkanînên Tirkiye yên li Rojhilatê Derya Spî danekirinên der barê Tirkiyeyê de zêde kir. Zîrveyê biryar da ku kes û fîrmayên ji xebatên der barê sondajan berpirsiyar li lîsteyê zêde bikin. YE'ê sepanên danekirinê yên girîng ên der barê Tirkiye de jî hiştin meha Adara 2021’an. Di danezanê de diyar kirin ku heta herî dereng divê di Adara 2021'an de rewşa  têkiliyên di nava Tirkiye û YE de gavên cîddî bên avêtin û li ser van gavan rapor bên amadekirin.     Di encamnameyê de diyar kirin ku Tirkiye ji ber yek alî çalakî û provokasyon pêş xistine û gotinên der barê YE'ê de pir xembîn bûne. Di encamnameyê de anîn ziman ku li gel Oruç Reis paşve kişandine jî li Rojhilatê Derya Spî yek alî û çalakiyên provokatif berdewam dikin. Serokên YE'ê dîsa ji ber li Bakurê Kibrisê li herêma Maraşê yek alî rêya peyayan li trafîkê vekirine şermezar kir. Serokên YE'yê der barê nexşerêya li dijî Tirkiyeyê jî dê bi Serokê DYA Joe Biden yê di 20'ê Çile de dest bi kar bikin re bişêwirin.