TUAYDER’a Çûkûrovayê: Zû tecrîdê bi dawî bikin 2020-12-11 15:17:20 MÊRSÎN – Şaxa TUAYDER’ê ya Çûkûrovayê xwest tavilê tecrîd bi dawî bibe û got: “Divê demildest bi Birêz Ocalan re hevdînê bikin û tecrîdê bi dawî bikin û Ocalan azad bikin."    Komeleya Alîkariya Bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran Re ya Çûkûrovayê (TUAYDER) têkildarî grevên birçîbûnê ya bi daxwaza rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ber Kampûsa Girtîgeha Tarsûsê daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberên HDP, HDK yên Edene û Mêrsînê û nûner^ne GOÇ-DER, ÎHD, OHD û AYKAD’ê destek dan daxuyaniyê. Rêveberê TUAYDER’ê Mehmet Tûtûş daxuyanî da û çalakiyên greva birçîbûnê yên berê ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan bi bîr xist û got ji bo ku tecrîd didome girtiyan carek din dest bi greva birçîbûnê kiriye. Tûtûş destnîşan kir ku pergala tecrîdê tenê ne cezakirin e di heman demê de rêbazek teknîkê ye û got: “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Tecrîd li dijî yasayên navxweyî û gerdûnî ye. Pêwîste tecrîda li Îmraliyê tavilê were bidawîkirin. Pêwîste bi birêz Ocalan re tavilê hevdîtin werin destpêkirin, tecrîd were rakirin û bigihîje azadiya xwe. Lazim e di serî de di serî de şert û mercên Îmraliyê û tevahiya girtiyan were sererastkirin û mafên wan hemû werin mîsogerkirin.”