Federasyona Şoreşgerên 78’an: Heke em bêdeng bibin wê neyarên gel biaxivin 2020-12-11 16:43:22   ENQERE – Federasyona Şoreşgerên 78’an bi daxuyaniyekê bersiv da êrişên ku di hevdîtinên budçeyê de li şoreşgerên pêşeng hatibûn kirin û ev tişt got: “Hemû neyarin gel divê bizanibin ku; Mahîr, Denîz û Îbrahîm di bîra gel de xwedî cihekî bi rûmet in.”   Di rojên dawîn de li ser medya civakî li dijî şoreşgerên pêşeng pêk tên.  Herî dawî duh parlamenterê MHP’ê Yucel Bûlût di hevdîtin budçeyê de Mahîr Çayan weke “terorîst” îlan kir. Federasyona Şoreşgerên 78’an, têkildarî van êrişan de daxuyaniyeke nivîska da û êrişan şermezar kir. Federasyonê, di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku li dijî êrişên ku li hemberî şoreşgerên pêşeng pêk tên wê bêdeng nemînin.    ‘JI BO PÊŞEROJA WELAT ÇAV NE NEQANDINE’   Federasyonê di berdewama daxuyaniya xwe de ji ber daxuyaniya wî ya têkildarî şoreşgeran bertek Nîşanî Serokê Giştî yê Vatanê Dogû Perînçek da û diyar kir ku Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan û Îbrahîm Kaypakkaya ji bo pêşeroja welat bêyî çavên xwe bineqînin jiyana xwe feda kirine.   ‘DI DÎROKA ME DE SERÎTEWANDIN TUNEYE’   Di dawiya daxuyaniyê de federasyonê destnîşan kir ku di dîroka wan de komkujî û serîtewandin tuneye û ev tişt got: “Hemû neyarin gel divê bizanibin ku; Mahîr, Denîz û Îbrahîm di bîra gel de xwedî cihekî bi rûmet in.”