42 kes miribûn: Hîn jî li wê rêyê ji bo aşûtê tu tevdîr nehatine girtin 2020-12-12 09:10:44 WAN - 10 meh berê li ser rêya Wan-Miksê aşûtek çêbûbû û di aşûtê de 42 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Lê belê hîn jî li ser rêya navbirî tu tevdîr nehatine girtin. Welatiyên di vê rêyê de diçin û tên diqilqilin.  Di 4'ê Sibatê de li ser rêya Wan-Miksê aşûtek mezin qewimîbû. Di aşûtê de mînîbusek di bin berfê de mabû û 5 kesên tê de jiyana xwe ji dest dabûn. Ji bo du kesên di bin berfê de mabûn dest bi lêgerînê hatibû kirin. Lê belê vê carê aşûtek din qewimîbû û di aşûta duyem de 37 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 84 kes jî birîndar bûbûn. Hatibû îdiakirin ku aşûta duyem ji ber makîneyên karî yên serşêwirmenda serokomar û parlementera AKP'ê ya berê Gulşen Orhan qewimiye ku hatibû xwestin rê bi makîneyên wê bê vekirin.    10 MEH DERBAS BÛN, LÊ TU TEVDÎR NEHATINE GIRTIN    Piştî aşûtê bi 78 rojan rê hatibû vekirin. Piştî bûyerê Baroya Wanê, Yekîtiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) û Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê raporek amade kiribûn û di raporê de bal kişandibûn ser îhmalên hatine kirin. Di raporê de hatibû destnîşankirin ku ji ber xebatên lêgerînê baş nehatine kirin hejmara miriyan zêde bûye. Di raporê de hatibû pêşniyarkirin ku ji bo pêşî li ber xetereyaa aşûtê bê girtin divê perdeyên betonî bên çêkirin û tunelên nû bên çêkirin.    Her wiha wê demê hin rayedaran daxuyanî dabû ku dê li dijî xetereyê hin tevdîran bigirin.    BERF BARIYA XETERE ZÊDE BÛ    Lê belê heya niha pêşniyarên navbirî qet esas nehatine girtin. Çendî ku 10 meh derbas bûne jî, lê belê hîn jî tu tevdîr nehatine girtin. Ajovan diyar dikin ku ji mecbûrî di vê rêyê de diçin û tên. Piştî dinya sar bû berf bariya, çûnhatina di vê rêyê de jî pir zehmet bûye.    Ajovan û rêwiyan behsa aşûta 10 meh berê kirin û fikarên xwe anîn ziman.    TUNEL Û RÊYEKE ALTERNATÎF    Mehmet Şeker ku ji bo tedawiyê çûye Wanê û vedigere Miksê, anî ziman ku li devera ku aşût lê çêbûye rêyeke alternatîf tune ye. Şeker, bilêv kir ku fetlonekên rê û şert û mercên hewayê rêya wan dirêj dike û xwest li dijî aşûtê tevdîr bên girtin. Şeker got: "Li gelek deran di bin behrê de jî tunel hene. Dikarin li vê derê jîçêbikin. Par ew qas mirovên me mirin. Lê kesî negot 'em çareyekê bibînin.' Ên mirin tenê ne sivîl bûn. Esker, cerdevan û gelek peywirdarên lêgerîn-rizgarkirinê jî di nav wan de hebûn. Li vê derê divê tunelek bê çêkirin. Nigê min nerihet e û êecbûr tim diçim û têm. Rêyeke din tune ye. Em di rêya xîzanê re biçin, nabe. Pir dirêj e. Rêyeke alternatîf û biewle lazim e."    Ajovan Zubeyît Çagirci jî anî ziman ku her sal li herêmê li dor 100 heb aşût diqewimin. Çagirci, bilêv kir ku piştî berf dibarê rê talûketir dibe û got: "Li jorê tenê tunelek hatiye çêkirin. Jixwe li wê herêmê aşût çênabe. Heger ew tunel li vê derê bihata çêkirin, wê baştir bûbûna. Her roja ku berf bibare xetereya aşûtê jî xwe dide der. Zivistanê her cara di vê rêyê de diçim, ditirsim. Ji bo kes nemire, gere tunel bê çêkirin."    BILA TEVDÎR BÊN GIRTIN    Mehmet Îbrîk jî anî ziman ku her cara di vê rêyê de diçe diqilqile û êdî naxwazin karesatên wekî yên berê bên serê wan. Îbrîk got: "Em her sal bi van tiştan re rû bi rû dimînin. Li vê derê 42 kes mirin. Lê hîn jî tiştek nehatiye kirin. Rojek berî rojekê divê çareyek bê dîtin. Gava berf dibare em ditrisin. Berê biharan aşût çêdibû. Gava aşût çêdibe, rêya me herî kêm 2-3 rojan tê girtin. Par di wexteke ku kesî texmîn nedikir de çêbû."    MA / Bariş Donmez