Li Kolanên Wan û Amedê polîs û maşîneyên zirxî hene 2020-12-12 11:37:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Di hefteya duyemîn a qedexeyên derketina kolanan de li kolanên Amed û Wanê bêdengî heye. Ji welatiyan zêdetir polîs û maşîneyên zirxî balê dikişînin ser xwe.     Qedexeya derketina kolanan a hikûmetê di çarçoveya tedbîrên vîrûsa koronayê de xist meriyetê şêvê din saet di 21.00’an dest pê kir û wê roja duşemê di saet 05.00’an de bi dawî bibe. Li Wan û Amedê ji ber qedexeya heyî kolan vala ne.    AMED    Di hefteya qedexeyan a duyemîn de cadeyên Gevran û Ekîncîler a navçeya Yenîşehîr, cade, qad û cihên dîrokî yên navçeyên Sûr û Rezanê xalî û bêdeng in. Kesên ku serê sibê çûn kar li rawestgehan sekinîn. Trafîk kêm be jî otobûsên şaredariyê seferên xwe didomînin. Li kolanên vala û bêdeng zêdebûna erebeyên zirxî yên polîsan û tîmên polîsan ên welatiyên li derve disekinînin û nasnameyên wan kontrol dikin balê dikişînin.    WAN   Kolanên Wan û navçeyên wê jî vala in. Ji ber qedexeyê polîsên ku li gelek cihên bajêr noxteyên kontrolê danîne ajokar û welatiyên ku diçin karê xwe disekinînin û nasnameyên wan kontrol dikin.