Dadgeha Mûşê 5 kes girtin 2020-12-12 14:12:32   MÛŞ - Dadgehê li navçeya Kopê ya Mûşê ji 9 kesên hatibûn binçav kirin jê 5 kes girtin û şandin girtîgehê.    Polîsan li navçeya Kopê ya Mûşê di 8'ê kanûnê de bi ser gelek malan de girtin û 9 kes binçavkirin û birin Navçeya Gimgimê. 2 kes li midûriyeta polîsan serbest hatin berdan. Polîsan 7 kes jî sewqî dadgehê kirin. Heyeta dadgehê jî, ji 7 kesan jê 5 kes bi îdeaya "endamtiya rêxistinê" girtin û şandin girtîgehê. 2 kesên din jî bi şertê kontrola edlî serbest berdan.