Ji 805 Welatiyan bo Bahçelî: Şirîke îqtîdarê welat dabeş dike 2020-12-12 15:04:22   STENBOL – Ji îmzevanên 805 Welatî ku danezan belav kirin siyasetmedar û rewşenbîran bertek nîşanî gotinên Devlet Bahçelî yê wan hedef nîşan daye dan û gotin: “Yên ku welat dabeş dike îqtîdar û şirîkê wê ye.”   Di nav de rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan, akademîsyen, hunermend, kesên teqewît bûnei xwendekar, parlamenterên berê û serokên şaredariyan di nav de 805 Yurttaş bi boneya 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafê Mirovan belavokek îmze kirin û belav kirin. 805 Welatî ji muxalefetê xwestin ji bo mafê jiyanek aramî û ewlehî “berpirsiyariyê bidin ser milê xwe.” Di belavokê de bal kişandin ser pirsgirêkên li welat diqewimin û li ser bingeha “gavên berî her tiştî” banga kombûna derdora 10 xalan kir. Serokê Giştî yê MHP’ê belavokê bi “belavoka zillet” û “dabeşkar” sûcdar kir.   Siyasetmedarê kurd Abdulbakî Erdogmûş, Serokê Giştî ya Anavatanê ya barê Nesrîn Nas, rojnamevan Aydin Engîn û lêkolîner-nivîskar Ayşe Hur bersiva hedef nîşandana Devlet Bahçelî dan.   ‘ZIMANÊ NEFRETÊ YE’   Siyasetmedar Nesrîn Nas diyar kir ku beşdariya demokrasiye teminata jiyana bi hev re û înşakirina siberojê ye û ew banga pêşî vekirina siyaseta demokratîk kir. Nas anî ziman ku armanca meseleya wan meseleya Tirkiyê ye û got: “Banga me ji bo her kesî ye ye ku bên cem hev û bibin xwe.” Nas destnîşan kir ku bertek nîşanî gotinên Bahçelî da û got ew zimanê nefrete bikar tîne û ew wî zimanê qebûl nakin.   ‘JI HDP’Ê DITIRSIN’   Rojnamevan Aydin Engîn jî destnîşan kir ku ew li hember gef û êrişkariya Bahçelî ecêbmayî nemane û dema ew li tevahiya axaftina wî dinêrin êrişa esasî li HDP’ê kiriye. Engîn got dixwazin HDP’ê derveyî her tiştî bihêlin û ev xalek pir girîng e û êrişa wî di heman demê li dijî bi milyonan alîgirên HDP’ê ye. Engîn anî ziman ku di hilbijartinek muhtemel de dizanin ku wê HDP bi wan îqtîdarê bide windakirin û loma êrişî HDP’ê û îmzevanên danezanê dikin.   ‘DABEŞKAR ÎQTÎDAR Û ŞIRÎKÊ WÊ YE’   Siyasetmedar Abdubakî Erdogmûş jî destnîşan kir ku gotinên Bahçelî tabloya heyî ya Tirkiyê radixe ber çavan û got pêwîste li dijî vê yekê were derketin û bêdeng neyê mayîn. Erdogmûş anî ziman ku geşedanên siyasî êdî bûye barê ser pişta Tirkiye û nikare hilbigire û heke ku dixwazin deriyê partiyek din were girtin êdî xuya dibe ku hiqûq û siyaset li welat qediyaye. Erdogmûş bersiva gotinên Bahçelî da û got: “Yên ku Tirkiyê dabeş dikin, îqtîdar e û şirîkê îqtîdarê ye.”   ‘KEVIR CIHÊ XWE GIRTIYE’   Nivîskar Ayşe Hur jî bersiva gotinên Bahçelî da û got: “Nexwê kevirê me avêtiye cihê xwe girtiye.”