Wezîr Endama Meclîsa Giştî ya HDP'ê ji kar dûr xist 2020-12-12 15:32:47   SÊRT – Wezareta Karên Hundir, Endama Meclîsa Giştî ya Bajarê Sêrtê ya HDP'î Cemile Altan, bi hinceta der barê wê de bi îdeaya “Endamtiya rêxistinê" doz vebûye ji peyvirê dûr xist.    Wezareta Karên Hundir, Endama Meclîsa Giştî ya Bajar a Sêrtê ya HDP'î Cemile Altan, ji peyvirê dûr xist. Wezaretê bi hinceta serdozgerê Komarê yê Sêrtê der barê Altan de bi îdeaya "Endamtiya rêxistinê" doz vekiriye, ji peyvirê dûr xist. Endamên Meclisa Bajar ên HDP’ê ku berê 8 kes bûn, niha daket 7 endaman.    Niha yên AKP’ê jî 15 endamên Meclîsa Giştî ya Bajar heye.