Şermezarkirina gaza xwezayî ya bi beroş û miqilkan 2020-12-12 15:56:54   WAN - Welatiyên li avahiyên TOKÎ yên Rêya Amûrşê dijîn, bi lêxistina beroş û miqilkan, rayedarên dixwazin deynê birînca gaza xwezayî ya qaçax ji wan bigire şermezar kirin.   Niştecihên Avahiyên Giştî yên Şerefiye (TOKÎ) ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê dijîn, bi lêxistina beroş û miqilkan, rayedarên dixwazin 1 milyon deynê gaza ya qaçax ji wan bigire, şermezar kirin. Li gorî agahiyan, şîrketa gaza xwezayî ya AKSA, di jimêrekên avahiyan de "bikaranîna qaçax" tespît kir. Şirketê li ser vê yekê, ji bo 852 avahiyên gaza xwezayî ya bi pergala gerimkirina navendî, bi kar dianîn 3 mîlyon TL fatûre birî. Piştî hevdîtina di navbera şîrket û rêveberiya avahiyan de, şîrketê ev deyn daxist yek mîlyon TL'an. Rêveberiy avahiyan vê carê xwest vî deynî ji welatiyên di avahiyan de dijîn bigire. Ji ber vê rageşî derket û ev rageşî dewam dike.    Niştecihên avahiyan, derketin balkon û pencereyên xwe, bi lêxistina beroş û miqilkan, rêveberî şermezar kirin. Welatiyan bê nabera dirûşmeya "îstîfa rêveberî" berz kirin.