ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2020'AN 2020-12-13 09:00:08 * Nûner û serokên partiyên siyasî diyar kirin ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo jiyan û pergalek wekhev, azad, adîl û aştiyane dixwaze di tecrîdê de ye û wiha gotin: "Girtiyên siyasî li dijî tecrîdê li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger kirine. Divê her kes piştgiriyê bidin çalakiya girtiyên siyasî."  * Di ser qedexeya derketina derve ya li Cizîrê re 5 sal derbas bûn. Guler Tûnç, hevjîna Orhan Tunç ku tevî birayê xwe Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç di jêrzemîna avahiyekê de hatibû şewitandin û kuştin, diyar kir ku dewletê rûyê xwe yê kujer di jêrzemînên Cizîrê de nîşan daye û got: "Li dijî dewleta kujer Cizîrê tu carî serê xwe netewand û dev ji xaka xwe û mala xwe berneda û ji îro pêve jî wê serê xwe netewîne."    * Hevserokê MEBYA-DER'ê Şeyhmus Karadag anî ziman ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û wiha got: "Ji bo çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan bi dawî bibin divê her kes gavan biavêjn. Ji bo daxwazên girtiyan bên bersivandin divê her kes hestiyar tev bigerin."    * Cenazeyê Seyîtxan Acay ê HPG’î 135 rojin nadin malbatê. Dayik Acay, xwest êdî cenazeyê kurê wê bidin wê û got: “Çi dema ku min cenazeyê kurê xwe girt, ezê wê demê şîna xwe bi dawî bikim.”   * Hunermendên kurd êrîşên li ser gelê kurd ên li Kurdistana Federe, Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û deverên din û têkoşîna gelê kurd a li van cihan nirxandin û tekane rêya ku kurd zincîran bişikînin û ber bi azadiyê ve bimeşin yekîtiya neteweyî ye.    * Di gelek bûyerên destadirêjiyê yên li herêmê de tiliya esker û polîsan heye. Serokê Navenda Mafên Mirovan a Baroya Amedê Mehmet Emîn Gun, diyar kir ku ev ne tiştekî rasthatinî ye û got: "Esker û polîs, vîtrîna qirêjî ya dewletê ye. Dewlet jî bi îsrar ser vê vîtrîna qirêjî digire."    * Esnafên Geverê ku ji ber qedexeya derketina derve rewşa wan xirab bûbû, niha jî ji ber krîza aborî, desteserkirina berên wan û pêvajoya pandemiyê zehmetiyê dikişînin. Serokê YETSO'yê Vedat Çogaç, diyar kir ku di 10 mehan de 117 esnafan dikanên xwe girtin û xwest di warê kirê de piştgiriya esnafan bê kirin.    * Rêxistinên ciwanan ji bo çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin bang kirin û gotin: "Tecrîd sûc e. Em bi têkoşînê dikarin tecrîdê bişikînin."    * Di 27 salan de polîs û eskeran 200 carî avêtiye ser mala Hediye Ozemîrê. Ozdemîr got: "Polîs, ji bo cihê hevjînê min ê di girtîgehê de bipirse jî avêt ser mala me."    * Bi hemjara TC'ya kesekî din endamê HDP'î yê Meclîsa Giştî ya Bajêr a Şirnexê bi "propagandaya rêxistinê" tawanbar kirin û ji peywirê girtin.    * Garîp Pehlîvan ku kurê wê Mesût Pehlîvan di Girtîgeha Bunyan a Jimare 2 a Tîpa T'yê de ye, derbarê çalakiyên greva birçîbûnê de bang li malbatên girtiyan kir ku wekî par rabin ser xwe, destê xwe bidin hev du û li zarokên xwe xwedî derkevin.   * Mahmût Konûk beriya were girtin ji bo mafê girtiyên nexweş têdikoşiya û ketibû nav lîsteya girtiyên nexweş. Konûk ku hat berdan, destnîşan kir ku li girtîgehan li dijî girtiyên nexweş “hiqûqa dijminatiyê” û “dardekirina fîîlî” tê peyitandin.   * Di ser qedexeya derketina derve ya li Cizîrê re 5 sal derbas bûn. Guler Tûnç, hevjîna Orhan Tunç ku tevî birayê xwe Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç di jêrzemîna avahiyekê de hatibû şewitandin û kuştin, diyar kir ku dewletê rûyê xwe yê kujer di jêrzemînên Cizîrê de nîşan daye û got: "Li dijî dewleta kujer Cizîrê tu carî serê xwe netewand û dev ji xaka xwe û mala xwe berneda û ji îro pêve jî wê serê xwe netewîne."    * Hevserokê MEBYA-DER'ê Şeyhmus Karadag anî ziman ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û wiha got: "Ji bo çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan bi dawî bibin divê her kes gavan biavêjn. Ji bo daxwazên girtiyan bên bersivandin divê her kes hestiyar tev bigerin."    * Cenazeyê Seyîtxan Acay ê HPG’î 135 rojin nadin malbatê. Dayik Acay, xwest êdî cenazeyê kurê wê bidin wê û got: “Çi dema ku min cenazeyê kurê xwe girt, ezê wê demê şîna xwe bi dawî bikim.”