'Cizîrê serê xwe netewand û ji niha pê ve jî wê netewîne' 2020-12-13 09:02:17 ŞIRNEX - Di ser qedexeya derketina derve ya li Cizîrê re 5 sal derbas bûn. Guler Tûnç, hevjîna Orhan Tunç ku tevî birayê xwe Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç di jêrzemîna avahiyekê de hatibû şewitandin û kuştin, diyar kir ku dewletê rûyê xwe yê kujer di jêrzemînên Cizîrê de nîşan daye û got: "Li dijî dewleta kujer Cizîrê tu carî serê xwe netewand û dev ji xaka xwe û mala xwe berneda û ji îro pêve jî wê serê xwe netewîne."    Di 14'ê Kanûna 2015’an de navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji aliyê bi hezaran tîmên taybet ve hatibû dorbeçkirin û piştî ragihandina qedexekirina derve ya ji aliyê Walitiya Şirnexê ve êriş û topbaran hatibûn destpêkirin. Li navçeyê êriş û bombebarankirin 79 rojan berdewam kiribû. Di 2'yê Adara 2016'an de li navçeyê qedexe hatibû rakirin. Di encama êrişan de 288 welatî hatibûn kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûbûn. Di nav kesên ku  jiyana xwe ji dest dabûn pitik, zarok û kal jî hebûn. Li Taxa Cudiyê di jêrzemînan de 177 kesên bi rojan li benda alîkariyê mabûn, taliyê cenazeyên wan ê şewitandî ji jêrzemînan hatibûn derxistin.    Di ser qedexeyên derketina derve yên Cizîrê re pênc sal derbas bûbûn jî lê belê hîn jî wehşeta li jêrzeminan hatibû kirin nehatiye ronîkirin. Ji kesên ku di jêrzemînên Cizîrê de bi awayeki hovane hatibûn kuştin jî yek jê Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç û birayê xwe Orhan Tûnç bûn.    Çendî ku di ser qedexeyên li Cizîrê re pênc sal derbas bûbûn jî lê belê hîn jî gotinên Mehmet Tûnç ên dawî di bîra Cizîriyan û gelek kesan de ye ku gotibû: "Bi me serbilind bin."    Dayika Mehmet Tûnç û Orhan Tûnç û hevjîna Orhan Tûnç Gûler Tunç bi boneya salvegera 5’emîn a qedexeyê ji ajansa me re axivîn.    'TEYRIKEK NEDIKARÎ BIÇE TAXA CÛDÎ'    Esmer Tûnç, dayika Mehmet û Orhan Tûnç, wiha behsa wan rojan kir: "Ez dayikek dilşewat im. Li ser qedexeya Cizîrê 5 sal derbas bûn. Lê birînên min wekî duh zindî ne û biêş in. Min ji Mihemedê xwe re got, 'Mihemedê min baweriya xwe bi tu kesî neyne, ev ciwan ji dewletê re dixebitin.' Got, 'Yadê derdê me jî ew e ku em ciwanên xwe ji xirabiyê bizîvirînin û bînin ser qenciyê.' Têkoşîna Mihemedê min hemû li ser vê bû. Delalê min, sozdarê hevalên xwe bû. Piştî ku qedexe ket ser Cizîrê, agahî ji me re hat, gotin avahiya we tespîtkiriye vala bikin. Li gel vê agahiyê min zarok û neviyên xwe birin mala cîranê xwe. Em 11 şevan li  mala cîranê xwe mayîn. Bi roj em dihatin malê, bi şev em diçûn mala cîranê xwe. Dibû şev li ser serê me qiyamet radibû. Avahiya me jî bi tang û topan hat hilweşandin. Ew roj tu caran ji ber çavên min naçe û ez ê tu caran wan rojan jibîr nekim. Pişt re min zarok û neviyên xwe birin şaredariyê. Min ji bûka xwe Zeynebê re got,'Zarokên xwe bigire ji Cizîrê derkeve.' Ew derneketin. Min li şaredariyê rewşa her du zarokên xwe pirsî. Ji min re gotin Orhan birîndar bûye.Gotin bila malbat bên birîndaran bibin. Ji bo ku Orhan rizgar bike Faysal Sariyildiz nehişt em biçin û jiyana xwe avêt rîskê. Çavê min li rêyê bû, min ji xwe re digot wexte ku Orhanê min bi saxî bînin. Pişt re di televîzyonê de hat ragihandin ku di jêrzemînan de mirî û birîndar hene. Kesên ku mirin careke din gulebaran dikirin. Çavê zilmê tarî bûbûn. Miriyê mirî çû, ma mirov miriyan dîsa dikuje? Wan dikuştin. Birîndar hebûn, mirî hebûn. Me tu agahî jê nesitandin. Piştî ku qedexe danîn li ser Taxa Cûdî êdî teyrikekî nedikarî biçe Cûdî."   'EZ Ê WÊ ŞEVÊ TU CARÎ JIBÎR NEKIM'    Dayîk Tûnç di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku axaftina Mehmet Tunc a dawî tu carî ji bîra wê naçe û wiha dom kir: "Piştî ku qedexeya derketina derve hat ragihandin, ez bi Mihemedê xwe re axivîm. Min jê re got 'Dibêjin ji Amedê û Mêrdînê ambulans hatine wê birîndaran bibin nexweşxanê.' Bi vê gotina min aciz bû û got, 'Kê gotiye bila ambulans bê? Bila gel rabe ser pêyan, ancex serhildana wan dikare me rizgar bike.' Ew axaftina min a dawî bû bi Mihemed re. Mihemedê min digot, ez teslîmî dagirkeran nabim. Ew miroveke can feda bû. Tu hêzê nedikarî wî bide sekinandin. Ji xeynî qetilkirina Mihemed û Orhan tişta ku herî zêde ez êşandim, ew 3 meh bûn di wî çilê zivistanê de tî û birçîbûn. Agir bi çavê xwe nedîtin, heta ku bû bihar. Di şeva  7'ê Sibatê de dengek teqînê hat. Pişta min ji diwarî vebû. Ew qas roj bûn bajêr dihat bombebarankirin, lê min tu carî bi qasî vê teqînê teqîneke tund nebihîst. Ez ê wê şevê tu carî jibîr nekim. Min wê şevê hîs kir ku her du zarokên min şehîd ketin. Min kir hawar. Keçên min ji min re gotin, 'Tiştek tune ye, Mihmed û Orhan rizgar bûne.' Min ji vê gotinê bawer nedikir. Ji ber ku ez dayik bûm, min hîs dikir. Di êvara wê teqînê de Mihmed tevli televîzyonê bûbû û gotibû, 'Dibe ku ev axaftina min a dawiyê be.' Ew gotina Mihmed hat bîra min û min ji xwe re got kurê min şehîd ket."   'HÊVIYA MIN HEBÛ'    Dayîk Tûnç diyar kir ku ew heta roja dawî bihêvî bû û ew hêvî bû ku ya wê li ser pêyan hişt. Dayik Tûnç got: "Pişt re roj derbas bûn û ambulans çûn jêrzemînê. Ajokarê ambulansê ji me re got, 'Me 60 cenaze anîne.' Min got, 'Mihemedê min jî di nav de ye.' Ji me re gotin ew rizgar bûye. Min li cenazeyan yek bi yek mêze kir, hemû şewitîbûn. Bûka min Gûler ducanî bû. Êvara wê rojê me rakir nexweşxaneyê. Keça min bang li min kir û got, 'Yadê mizgîniya min li te Orhan li me geriya û pirsa Gulerê kiriye.' Pişt re gotiye, 'Heger ez bi saxî ji vir derketim ez ê navê zarokê xwe bikim Çiyager, ger ku ez derneketim jî navê wî bikin Bêkes.' Pişt re bû êvar telefon ji keça min re hat, gotin, 'Orhan birîndar e rakirine nexweşxaneyê. Hûn jî werin nexweşxaneyê.' Hêviya min hebû. Ji jêrzemînan keçikek bi navê Derya rizgar bûbû. Wê digot bi benzînê hevalên me hemû şewitandin û em 12 kes bi saxî rizgar bûn. Em çûn nexweşxaney me xwîna xwe da û em li benda encamê man."   'LAZIM E KU HEQÊ ZAROKÊN MIN LI ERDÊ NEMÎNE'    Dayik Tûnç di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew ê berxwedana Cizîrê ya êşbar tu carî jibîr neke û wiha pê de çû: "Pişt re telefonek ji min re hat û gotin, birindareke ku bi Orhan re di heman jêrzemînê de dima dibêje Orhan jî rizgar bûye. Lê piştî ku me wêneyê Orhan nîşan da, got ne ev bû. Ez û bavê wan çûn nexweşxaneyê û me xwîna xwe da. Agahî ji me re hat, gotin xwîna we û tu cenazeyan li hev negirtiye. Bi vê agahiyê em kêfxweş bûn û hêviya me geş bû. Me got, zarokên me rizgar bûne. Piştî ku em hatin malê ji me re gotin ku xwîna Ahmet Tûnç li Riha û bajareke din derketiye. Me amadekariyên xwe kirin û em çûn Rihayê. Li wir em li benda encama xwînê man. Em çûn bi dehan cenaze li morgê dihatin sekinandin. Her cenazeyê ku min lê dinêrî, min li tiliyên wan dinêrî. Min Mihemedê xwe bi tiliyên wî nas kirin. Min ji wî ew qas hêz girt ku min nekarî ku ez biqîrim. Cenazeyê Mihemedê min wekî kirasê min reş bûbû. Xwedê tu heqê me li erdê nehêlî. Dadgeha me li cem xwedê ye. Piştî ku dozgeriyê îfadeya me girt, me cenazeyê xwe girt û em vegerîn Cizîrê. Ew roja ku me cenazeyê delalê min anî li Cizîrê qedexe rakirin. Cizîr li min giran e. Li ser qedexeya Cizîrê 5 sal derbas bûn, lê hîn jêrzemîn nehatine ronîkirin. Heta ku kujerên lawên min neyên darizandin, ez ê dev ji vê dozê bernedim. Lazime heqê zarokên min li erdê nemîne. Lazime ku heqî û neheqî aşkere bibe. Bila ev zilm û zordarî li ser me rabe. Dilê me şewitî, bila dilê tu dayîkên din neşewite."    DILÊ WÊ YÊ BI ŞÎN BI BERXWEDANÊ KULÎLK VEDIDE    Li Botanê her jinek xwedî çîrokek bi êş û berxweder e.  Hevjîna Orhan Tunç, Guler Tunç jî yek  ji van jinan e. Tunç di 17 saliya xwe de zewiciye û di temenê biçûk de zarokê wê yê bi navê Bêkes çêbûye. Roja ku Bêkes hat li ser dinê bavê wî Orhan Tunç hat kuştin. Lê Tûnç, li tevî hemû êş û bîrînan serê xwe netewandiye. Qasî emrê wê di laşê wê de bîrîn vebûne.  Lê Bêkes bû berxwedana Orhan û hêviya wê wekî Çemê Dîcle pêl dan û herikî. Niha dilê wê yê bişîn, bi berxwedanê kulîlk vedide.    'DEWLETÊ LI HEMBERÎ GELÊ XWE ŞER KIR'    Piştî kuştina Orhan Tûnç, Guler Tunç soz dide ku di nav xebatan de bi awayekî çalak cih bigire. Tûnç, niha Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê ye.  Tûnç, wiha behsa wan rojên qedexeyê kir: "Ez û Orhan di sala 2015'an de zewicîn. Beriya wê birayê wî Mehmet Tûnç ji girtîgehê tehliye bû. Me dawata xwe diyarî berdana Mehmet Tûnç kir. Em di pêvajoyeke xweş de zewicîn û ji ber wê jî me dewata xwe bi girseyî kir. Di vê taxê de cara yekem bû ku dawateke wiha bi girseyî pêk dihat. Piştî ku 3 meh li ser dewata me derbas bûn, li navçeyê qedexeya derketina derve ya 9 rojan hat îlankirin. Di wê çaxê de Mehmet, Orhan û xwişka wan bi hev re li taxê li ber xwe didan. Di roja 4'an de Orhan li stûyê xwe birîndar bû û wî anîn malê. Ceyran û av tune bûn. Piştî wê demê êrîşa dewletê zêde bû û di wê encamê de 21 sivîl jiyana xwe ji dest dan. Çawa ku di salên 90'î de bi pêşengiya Bêrîvanan berxwedanek çêbû, heman tişt di qedexeya 9 rojan de hat dîtin. Qedexeya yekemîn wekî ceribandinekê bû. Me nedizanî wê qedexeya mezin jî bê pêşiya me. Lê ji bo vê qedexeya mezin amadekarî hebûn. Tu kesî nedizanî ku wê qedexeya duyemîn ev qas dirêj be. Ji ber ku ez ducanî bûm, ez li Sîlopiyayê li gel malbata xwe bûm û Orhan jî li Cizîrê bû. Bi rêya telefonê me carina bi hev re diaxivî. Lê piştî demekê telefonên wan jî hatin qutkirin. Piştî ku tax hatin valakirin, Mehmet Tûnç li Taxa Cûdî birîndar dibe. Orhan vê agahiyê distîne û dixwaze biçe Taxa Cûdîyê. Di wê encamê de jî Orhan birîndar dibe û bi qasî 10 saetan li ser cadeyê birîndar dimîne. Li tevî hemû serlêdan û bangên me ambulansek neçû ku Orhan bîne. Dewletê hemwelatiyên xwe rizgar nekirin. Dewletê li hemberî gelê xwe şer kir. Dema ku qedexeya derketina derve li Sîlopiyayê rabû ez 6 mehî ducanî bûm. Min dixwest bêm Cizîrê. Lê nehiştin ku ez bêm. Janê min hebûn û min bang li ambûlansê kir ku bên min bibin nexweşxaneyê. Piştî ku ez rakirim nexweşxanê ez li wir hîn bûm ku rîska min a zû welidînê heye."    'BI QASÎ 7 SAETAN EZ Û CENAZEYEKÎ DI HEMAN ODEYÊ DE MAN'   Tûnç, di berdewamiya axaftina de diyar kir ku dewletê rûyê xwe yê kujer li Cizîrê nîşanî hemû cîhanê daye û wiha dom kir: "Dewlet her ku diçû har dibû û êrîş û zilma xwe zêdetir dikir. Çawa ku di salên 90'î de gundên kurdan dihatin şewitandin, di sala 2015-2016'an de jî malbat bi darê zorê ji malan dihatin derxistin. Malbatên ku dixwestin biçin ber deriyê jêrzemînan zarokên xwe rizgar bikin, dihatin astengkirin. Ji destpêkê heta dawiyê em li şaredariyê li bendê bûn ku biçîn jêrzemînan. Lê tevî hemû hevdîtin û serlêdanên me bersivek erênî nehat dayîn. Piştî ku meha Sibatê hat, hewa sar bû. Di 7'ê Sibatê de saet di 10'an de jêrzemîna duyemîn hat teqandin. Xew li me heram bû. Di serê sibehê de nûçe derbas bû û gotin ku Hevserokên Meclîsa Gel Mehmet Tûnç û Aysel Yûksel jî di nav de 60 kes di jêrzemînan de hatine qetilkirin. Me bawer nekir. Çimkî her 5 deqîqeyan carekî dengê teqîna dihat. Di wê rojê de janê min hebûn û ez rakirim nexweşxanê. Heta şevê em li nexweşxaneyê man. Lê nexweşxaneya Cizîrê ne wekî nexweşxaneyê bû, wekî wargeha dewletê bû. Cihê ku min zaroka xwe lê anî dinê, diwarên wê hemû xwîn bû. Mirovî digot kesê ku sax jî bê vê derê, wê derûniya xwe xirab bike. Qasî 7 saetan ez û cenazeyekî di heman odeyê de man. Derûniya min li nexweşaneya Cizîrê wenda bû. Saet 7'ê sibehê bû, Orhan li min geriya. Pirsa min kir. Wê demê di jêrzemîna sêyemîn de bû. Ji min re got, 'Em 40 kes di jêrzemînê de ne û em bawer nakin ku em ji vir bi saxî derbikevin.' Min tenê 5 deqîqeyan pê re xeber da. Tişta ku herî dawî ji min re got, ev bû 'Ev 3'ê meh in em li vir li ber xwe didin. Me tîbûn û birçîbûn li berçavan girt û ev sê meh in em li benda gel in. Lê ev sê meh in em bêxwedî û bêkes mane. Ji ber wê ez dixwazim ku tu navê kurê min bikî Bêkes.' Li gel vê gotina wî ya dawî telefon qut bû. Orhan piştî kurê xwe bi rojekî di jêrzemîna sêyemîn de hat qetilkirin. Di jêrzemîna sêyemîn de şewat çênebûbû. Di jêrzemîna sêyemîn de mirov bi îşkenceyê hatibûn qetilkirin. Li ser cenazeyê Orhan naylon hatibû helandin û 40 gule lê hatibûn reşandin. Tişta ku me wê demê hat serê me ne tiştên jirêzê bûn. Ev tiştê ku hat serê Cizîrê divê neyên jibîrkirin."   'HÊVIYÊN MIN JI TEMENÊ MIN MEZINTIRIN'    Gûler Tunç di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ew ê tu carî dev ji têkoşînê bernede û got: "Bêkes dikeve 5 saliya xwe. Mezin dibe û êdî pirsa bavê xwe û apê xwe dike. Bixwaze û nexwaze pirsan dike. Lê belê di salên 90'î de çawa ku li ber çavên zarokên kurd dayîk û bavên wan dihatin qetil kirin, Bêkes jî wê bizanibe ku ew jî yek ji wan zarokan e. Dema ku zarokê min çêbû ez 17 salî bûm. Min di 17 saliya xwe de êşek ji temenê xwe mezintir kişand. Birînên ku ji laşê min mezintir di hundirê min de çêbûn. Hêviyên me ji temenê me mezintir bûn û xwestin ku hêviyên me tune bikin. Lê belê li tevî hemû neyiniyan min tu caran hêviyên xwe wenda nekirin û hêviyên min hîn mezintir bûn. Hêviya min Berxwedan Orhan bû. Van birînan di hûndirê min de Gulereke nû afirand. Min nexwest ku ez di mal de bimînim û şîn bigirim. Min xwest di rêya Orhan û Mehmet Tûnç de bimeşim. Ew kirasê ku Orhan bi xwînê hiştî, min wergirt û ez tevlî vê têkoşînê bûm. Pişt re min di rêxistina HDP'ê de cih girt. Ev ji min re gelek baş hat. Ji tedawiya bijîşkan zêdetir ji min re baş hat. Bi ser qedexeyê 5 sal derbas bûn. Lê dewletê her sal zilma xwe û zordestiya xwe mezintir kir. Nehiştin ku gel birînên xwe bipêçe. Li ser jêrzemînên Cizîrê TOKÎ çêkirin. Cizîrê tiştên gelek giran kişandin. Lê li dijî dewleta kujer Cizîrê tu caran serê xwe netewand û dev ji xaka xwe û mala xwe berneda û ji îro pêve jî wê serê xwe netewîne."    MA / Zeynep Dûrgût