Hunermendên kurd: Dem dema yekîtiya neteweyî û azadiyê ye 2020-12-13 09:14:30   STENBOL – Hunermendên kurd êrîşên li ser gelê kurd ên li Kurdistana Federe, Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û deverên din û têkoşîna gelê kurd a li van cihan nirxandin û tekane rêya ku kurd zincîran bişikînin û ber bi azadiyê ve bimeşin yekîtiya neteweyî ye.    Piştî ku li Kurdistana Federe PDK'ê hêzên eskerî li Zînî Wertê, Garê û Metînayê bi cih kirin û li hin deveran noqteyên kontrolê çêkirin û di 9'ê Mijdarê de bi hikûmeta navendî ya Iraqê re derbarê Şengalê de peymanek îmze kir, fikarên gelê kurd jî zêde bûn. Her wiha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî piştî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê Tirkiyeyê vê carê jî li hemberî bajaroka Eyn Îsayê amadekariyên operasyonekê dike.    Hunermendên kurd ji ber van qewimîn û geşeşdanan, bal kişandin ser yekîtiya neteweyî ya kurd.    YEKÎTIYA NETEWEYÎ   Hunermend Xelîl Xemgîn, bibîr xisy ku di dema operasyonên Girê Spî û Serêkaniyê de Platforma Hunermendên Kurdistanê ava kirine û bi vê polatformê ji bo yekîtya neteweyî dest bi hin xebatan kirine. Xemgîn, ji ber ku hêla herî qels a kurdan yekîtiya neteweyî ye, platformeke wiha ava kirine. Xemgîn, destnîşan kir ku ji ber ku siyaseta kurdî pirsgirêkên xwe yên navxweyî hel nake û li dor armancên hevpar bi yek nabin, ji bo lîstik û mudaxileyên hêzên derve dibin zemîn.    ŞERMA SEDSALΠ   Xemgîn, destnîşan kir ku siyaseta kurd sed sal e perçekirî û belawelayî ye û got: "Ev ji bo gelê kurd cihê şermê ye. Partî û rêxistinên kurdan hemû stratejiyên xwe, bîrdoziya xwe diyar dikin lê nikarin vê yekê di warê yekîtiya neteweyî de birêxistin bikin. Yanî di asta gel de liv û tevgerek bi vî rengî çênabe. Ev, pirsgirêka me ya herî mezin e. Em hunermend, ne wekî kesan wekî kesine bûne malê civakê me xwest em ji bo yekîtya neteweyî hewl bidin. Me hevdîtin bi gelek derdoran re kir. Heger yekîtî çêbibe, heger siyaseta di vî warî de bi ser bikeve hem dê pirsgirêk çareser bibin hem jî dê zemîna ji bo êrîşan nemîne. Bi vî awayî hem dê gel bê parastin hem jî dm destkeftiyên ku bi bedêlên giran bi dest ketine bên parastin."    FIRSENDA DAWΠ   Xemgîn, ji bo yekîtiyê bang li partî û rêxistinên kurdan kir û got: "Ev, di sedsala 21'emîn de firsenda me ya dawî ye. Heger di vê sedsalê de jî destkeftiyên me ji dest biçin, em ê sedsaleke din jî bi êşine giran re rû bi rû bimînin. Di vir de ya xwedî berpirsiyar siyaset e. Kesên danûstendinê bi dewleta tirk re dikin, ên li dijî xwişk û birayên xwe û gelê xwe siyaseteke qirj dikin, bila baş zanbin ku ne dîrok ne jî gel dê wan efû neke. Em rewşa li Başûr dibînin. Gel rabûye ser pêyan. Rewşa gel nebaş e. Çi dibe bila bibe, siyaseta kurd divê li dor armancên hevpar bê cem hev du. Û divê kesên xwe firotine dijmin jî ji nav lepên dijmin derxîne. Ev siyaseteke ilmî ye. Gelê kurd û siyaset kurd divê li ber provakasyonan baldar be. Çapemeniya kurd jî divê hay zimanê xwe hebe û bi berprisiyarî tevbigere."    DÎYAR: FIKIRÊN OCALAN BELAV BÛN    Hunermend Diyar jî anî ziman ku kurd bi têkoşîna xwe rêya siyaseta Rojhilata Navîn diyar kirine û bûne xwedîhêz. Diyar, destnîşan kir ku hêzên hegemon bêyî kurdan nikarin tu hesab û panan bikin. Diyar, bilêv kir ku li Rojhilata Navîn krîza modernîteya kapîtalîst û netew dewletê heye û got: "Netewdewletên li dijî rastiya Rojhilata Navîn, bi qirkirina gelan hebûna xwe didomînin. Gava em li sedsala borî mêze dikin em dibînin ku rojeke bêyî komkujiyê tune ye. Têkoşîna gelê kurd van hêzên faşîst xist nava krîzeke kûr. Xwestin bi hêzeke qirêj a wekî DAIŞ'ê heyfê ji kurdan bistînin. Ji şewra kurdan pergal û lîstikên kapîtalîst û emperyalîst xist nav krîzeke kûr. Rabûn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan teslîm kirin. Efrîn, Kerkûk, Şengal... çi lîstik hebûn lîstin, lê nebû. Li Kurdistanê kevir li ser kevir nehiştin. Li Rojhilata Navîn kevir li ser kevir nehiştin, lê îro ro fikirên Rêberê Gelê Kurd her diçe li cîhanê berbelav dibin."    DEM DEMA ŞIKANDINA ZINCÎRAN Û AZADIYÊ YE    Diyar, diyar kir ku di vê sedsalê de kurd nikarin di bin tehekûma tu hêzê de bijîn û got: "Em ê bi paradîgmaya Modernîteya Demokratîk vê sedsalê bi dest bixin. Vê carê ên li ser dika dîrokê kurd e. Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin. Di vir de belkî yên herî bisûd kurd in. Kurd dikarin bi awayekî dorfireh bi ser bikevin. Kêmanî û talûke jî hene. Kesên li Rojhilata Navîn xwedî paradîgma ne, kurd in. Dizanin çi dikin û vê bi canê xw eîspat kirine. Dikarin ew û gelên din wekî xwişk û bira bi hev re bijîn. Bi felsefeya Moderneîteya Demokratîk dikarin li gor mantalîteya Rojhilat Navîn ji perwerdehî, tenduristî û edaletê bigire heya hiqûqê bi her awayî pêdiviyên xw epeyda bikin. Em dikarin bi vê felsefeyê zincîran bişikînin û azad bibin."   BIRÎN Û XEWNA KURDAN    Diyar bal kişand ser nîqaşên derbarê yekîtiya neteweyî ya kurd de jî û ev tişt gotin: "Birîn û xewna gelê kurd meseleya yekîtiyê ye. Gelê kurd li her çar perçeyan yek e. Dibe ku partî û rêxistin yekîtî çênekiribin, lê belê li bara gelê kurd yekîtî çêbûye. Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiye tenê ne dijminê kurdekî ne, dijminê tevahiya kurda ne. Dewleta Tirkiyeyê dijminatiya gelê Bakur dike, lê divê bê zanîn ne dostê kurdên Başûr e. Êşa li perçeyekî, tevahiya kurdan diêşne. Êş û şahiyên me yek in. Ên perçeyekî azad dikin divê nebêjin me ev der xelas kir, perçeyên din me eleqedar nakin. Ev ne kurditi ye. Başûr ne ya PDK'ê, Bakur ne ya PKK'ê, Rojava ne ya YPG'ê, Rojhilat ne ya PDK-Î'yê ye. Kurdistan a gelê kurd e. Ev partî û rêxistin jî nirxên gel in. Lê meseleya me ya azadiyê heye. Her roj zarokên me tên kuştin. Her roj çanda me xirab dikin, zimanê me qedexe dikin. Nexwe her çar perçe divê bi hev re tevbigerin."    Diyar herî dawî bal kişand ser kongreyeke neteweyî û destnîşan kir ku bi vê kongreyê re dê hemû pirsgirêk bên çareserkirin.    MA / Îdrîs Sayilgan