Di 27 salan de 200 caran avêtin ser mala wê 2020-12-13 09:18:52   MÊRSÎN - Di 27 salan de polîs û eskeran 200 carî avêtiye ser mala Hediye Ozdemîrê. Ozdemîr got: "Polîs, ji bo cihê hevjînê min ê di girtîgehê de bipirse jî avêt ser mala me."    Malbata Ozdemîr di salên 80'yî de ji Dihê ya Sêrtê koçî navçeya Akdenîz a Mêrsînê kiriye. Lê belê polîs bi awayekî sîstematîk tim davêjin ser malbata Ozdemîr. Herî dawî di 3'yê de avêtin ser malê. Hediye Ozdemîr a 55 salî behsa 27 salên bi zext, zorî, binçavkirin û girtinan derbas bûye kir.    JI 100'Î ZÊDETIR LÊPIRSÎN    Ozdemîr, anî ziman ku zext û zoriya sîstematîk a polîsan 27 sal berê gava hevjînê wê Abdulazîz Ozdemîr hatiye girtin dest pê kiriye. Ozdemîr, bilêv kir ku ji wê çaxê heya niha zêdetirî 200 carî polîsan avêtiye ser mala wan û derbarê wê, hevjînê wê û zarokên wê de ji 100'î zêdetir lêpirsîn hatine destpêkirin.    Ozdemîr, destnîşan kir ku piştî hevjînê wê hatiye girtin vê carê dewletê berê xwe daye zarokên wê û malbata wê û got: "Kurê min ê mezin Mehmet Emîn Ozdemîr gelek caran hatiye binçavkirin û girtin. Paşê bi salan xwe da alî û veşart. Paşê di xwepêşandanekê de polîsan bera Ahmet Ozdemîr da. Ji bo vê gotin qeza ye. Lê kurê min 7 salan di nav ciyan de ma. Hîn di vî halî de bû salek cezayê ku lê hatibû birîn hat pesendkirin û hat girtin. Biçûkê wî Mahmût Ozdemîr jî gelek caran hatiye binçavkirin û girtin. Biçûk Mahmût Îdrsî Ozdemî jî gelek carab hatiye binçavkirin û herî dawî 10 saln di girtîgehê de ma. Ji ber ku derbarê kurê min Mahmût û Îdrîs de cezayê muebeda giran heye, ji mecbûrî berê xwe dan welatekî din."    HINCET   Ozdemîr, diyar kir ku piştî ku kurê wê Mahmût Ozdemîr çûye Ewropayê, polîsan tim avêtiye ser mala wan û pirsa kurê wê kirine û got: "Her cara ku tên malê serobino dikin. Ziravê zarokên biçûk diqete. Herî dawî vê hefteyê avêtin ser mala me. Cardin pirsa Mahmût kirin. Derûniya me xera bûye. Tiştên dikin ne karê însana ye. Heger sûcê kesekî hebe, tu yê wî bigirî û ceza lê bibirî. Lê ne heqê kesî ye ku ceza bide malbata wî. Aqilê zarokên me nemaye, ji ber van zext û zoriyan. Êdî bes e. Bila ev zext û zorî biqedin. Êdî bila bes bavêjin ser mala me."    Ozdemîr, destnîşan kir ku polîs ji bo bavêjin ser mala wan ji xwe re li hincetan digerin û got: "Hevjînê min 27 sal in girtiye. Tên dipirsin bê ka li ku ye. Her tim davêjin ser malê û ji me kesekî dibin. Êdî em bêzar bûne. 7 zarokên min hebûn, niha tenê yek maye."    ÊRÎŞ BIRIN SER NEVIYÊ WÊ    Ozdemîr, anî ziman ku piştî zarokên wê vê carê êrîşê dibin ser neviyên wê. Ozdemîr, diyar kir ku di 9'ê Mijdarê de neviyê wê Şiyar Ozdemîr çûye HDP'Ê û bûye endam, lê belê di heman rojê de bi şev hin kesên nenas êrîş birine ser wî.    Ozdemîr, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Dixwazin bibêjin 'Hûn bêyî me nikarin gavekê jî bavêjin, nikarin biaxivin û nikarin bijî.' Kesê ku bibêje ez mirov im nikare xwe înkar bike. Me bixwe ev ziman û nasname ne hilbijartiye, xwedê daye me. Em kurd in. Ne heqê kesî ye ku bibêje 'Hûn dibin çi bibin, lê nebin kurd.' Ji ber ku em kurd in, ev nayê wê wateyê ku dê zilm û zorî li me bê kirin. Zext û zorî çi dibin bila bibin, em nikarin xwe înkar bikin. Çi qasî bi ser me de tên bila bin, em ê hîn bêtir xwedî li nasnameya xwe derkevin."    MA / Omer Akin