Dayika girtî: Destê xwe bindin hev û rabin 2020-12-13 09:20:36   AMED - Garîp Pehlîvan ku kurê wê Mesût Pehlîvan di Girtîgeha Bunyan a Jimare 2 a Tîpa T'yê de ye, derbarê çalakiyên greva birçîbûnê de bang li malbatên girtiyan kir ku wekî par rabin ser xwe, destê xwe bidin hev du û li zarokên xwe xwedî derkevin.   Li girtîgehan girtiyên PKK û PAJK’î ji 27'ê Mijdarê ve li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de ne. Çalakiya greva birçîbûnê di roja 17'an de ye û niha koma çarem di grevê de ye.    Gelek malbatên girtiyan bang kirin ku her kes xwedî li çalakiya girtiyan derkeve. Garîp Pehlîvan ku kurê Mesût Pehlîvan (29) di Girtîgeha Bunyan a Jimare 2 a Tîpa T'yê de ye, diyar kir ku di 12’ê Kanûnê de bi telefonê bi lawê xwe re axiviye û got: “Zarokê min telefon li min kir. Got ‘koma 4’emîn çalakiya grevê dewr girtiye û sê hevalên me ketine grevê. Dema dora me hat em jî dê bikevin çalakiyê. Heta daxwazên me bi cih neyên wê çalakiya me berdewam bike.'”   ‘BILA TECRÎD BÊ RAKIRIN’   Pehlîvan, xwest ku malbatên girtiyan hemû rabin ser xwe, xwedî li zarokên xwe derkevin û wiha axivî: “Bila wekî par çalakî zêde dom neke, par 8 cenaze ji malbatan re hatin. Em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Heke hewce bike em jî dê konan li pêş girtîgehan vedin û bi zarokên xwe re bikevin greva birçîbûnê. Bila tecrîd bê rakirin û daxwazên zarokên me bi cih werin. Daxwazên zarokên me bi cih neyên wê dev ji çalakiya xwe bernedin.”   ‘XWEDÎ LI ZAROKÊN ME DERKEVIN’   Pehlîvan, bang li partî, sazî û dezgehan kir ku xwedî li girtiyan derkevin û wiha berdewam kir: “Em dixwazin parlementerên me jî xwedî li zarokên me derkevin. Di vê pêvajoyê de zilm û zext pir bûne, li ser zarokên me. Sal û nîv e ez neçûme hevdîtina zarokê xwe, min ew nedîtiye.”   ‘WEZÎRÊ DADÊ SOZA XWE NEANÎ BI CIH’   Pehlîvan, bang li Wezîrê Dadê jî kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bila Wezîrê Dadê destê xwe deyne ser wijdanê xwe û tevbigere. Heke lawê wî di nava çar dîwaran de wekî zarokên me di grevê de bûna wê li mala xwe rehet rûniştibûna? Wijdanê wî dê rehet bûn? Wezîr par sozek da lê ne anî bi cih. Got ‘wê tecrîd were rakirin’ ka tecrîd nehat rakirin. Kesên esrarkêş, diz berdan çima zarokên me bernadin? Di her du guhên zarokê min de cihazê deng heye, rast û dirûst deng naçe lawê min. Em dixwazin zarokên me jî berdin. Pandemî ji bo zarokên me jî heye. Em vê yekê qebûl nakin. Bangî hemû dayikan dikim ku weke sala par rabin ser xwe, destê xwe bidin hev du û li zarokên xwe xwedî derkevin.”   MA / Fahrettîn Kiliç - Cengîz Ozbasar