Konûk: Hiqûqa dijminatiyê pêş dixin 2020-12-13 09:21:27   ENQERE - Mahmût Konûk beriya were girtin ji bo mafê girtiyên nexweş têdikoşiya û ketibû nav lîsteya girtiyên nexweş. Konûk ku hat berdan, destnîşan kir ku li girtîgehan li dijî girtiyên nexweş “hiqûqa dijminatiyê” û “dardekirina fîîlî” tê peyitandin.   Mahmût Konûk ku ji karê xwe hatibû îxrackirin bi boneya li Kolana Yukselê çalakiya “Ez karê xwe dixwazim” li dar xistiye di 22’yê Tebaxê de hatibû girtin. Konûk di 9’ê Kanûnê de hat berdan. Konûk li girtîgehê jî çalakiya xwe ya ji bo vegera ser karê xwe li dar dixist. Nexweşînên wekî diyabet, prostat, kolesterol, tîroîd û nexweşînên din bi Konûk re hene.   Konûk beriya bikeve girtîgehê di Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî ji bo girtiyên nexweş xebatek çalak bi rê ve dibir.   Konûk derbarê binpêkirina mafê mirovan û rewşa tenduristiya girtiyên nexweş de ji ajansa me re axivî.   DI BINÇAVAN DE JEHRÎ BÛYE   Konûk diyar kir ku gava li Miduriyeta Polîsan a Enqereyê di binçavan de bûye, jehrî bûye û got: “Însan nikarin wê xwarina wan bixwin. Ji neçarî min dest bi greva birçîbûnê kir. Tevî ku ez nexweşê diyabete me jî, min xwarinên li min nedihatin jî dixwar.”   DI 25 ROJAN DE 5 CEZAYÊN DÎSÎPLÎNÊ   Konûk da zanîn ku piştî ew 9 rojan di binçavan de maye, ew hatiye girtin û şandine Girtîgeha Sîncanê ya Tîpa L û got: “Ez 25 rojan li Sîncanê mam. 5 cezayên dîsîplînê li min birîn. Hevdîtinên min ên li gel parêzer bi awayên kêfî dihatin astengkirin. Tevî ku ez nexweşê diyabete me jî li Sîncanê xwarina diyabete nedan min.”   PENCEŞÊR LI GIRTÎGEHAN ZÊDE DIBE   Konûk anî ziman ku wî ji Girtîgeha Sîncanê sewqî Girtîgeha Kurkluçer a Edeneyê kirine û got: “Di hesabên me de pereyên me hebûn lê nedan me. Bi zikê birçî me sirgûn kirin. Li Edeneyê li ber girtîgehê bi saetan birçî min hiştin. Lêgerîna tazî li min ferz kirin.”   Konûk destnîşan kir ku li girtîgehan di firaqên maddeya kanserojen di wan de heye xwarin didin girtiyan û rêjeya zêdebûna nexweşîna penceşêrê ya li girtîgehan ji ber van firaqên kanserojen e.   GIRTÎ BI KORONAYÊ RE RÛBIRÛ NE   Konûk destnîşan kir ku girtîgeh li dijî pêşîlêgirtina şewbê bêparastî ne û got: “Di dema sewqên nexweşxaneyan de du leşker dikevin milê girtiyan û girtî bêhna leşkeran hidimijin. Ew leşker 20-25 salî ne. Dibe ku korona bandor li ser wan neke, lê tesir li ser girtiyên extiyar yên wekî min dike. Ji ber van kirinan ez neçûm nexweşxaneyê. Ji bo xwarina diyetê bidin, min daxwazname nivîsand. Tabloyên pembe yên ku Wezareta Dadê derbarê girtîgehan de xêz kiriye ne rast in.”   ‘DARDEKIRINA FÎÎLÎ DIPEYITÎNIN'   Konûk destnîşan kir ku li gel raporên Saziyên Tiba Edlî (ATK) didin girtiyên nexweş jî lê dîsa jî zîndanîkirina wan didome û wiha got: “Ev cezayê dardekirina fîîlî ye. Ew bi xwe qanûnên xwe nas nakin. Girtiyan wekî dijmîn dibînin. Hiqûqa dijminiyê li ser girtiyan dipeyitînin. Bi çavê ‘dimire bila bimire, me darde nekir ji nexweşînê mir’ li girtiyan dinêrin. Girtiyên nexweş di çarçoveya prensîbên qanûnî de divê gavek beriya gavekê werin berdan. Jixwe ji ber şewba koronayê divê girtî werin berdan. Girtiyên sûcên edlî, bazirganên hişbirê, mafyakar berdan. Lê siyasetmedarên ku bi milyonan kesî deng daye wan nayên berdan. Parêzer, hunermend, rojnamevan hêj girtîne.”   Konûk anî ziman ku kiriên Girtîgeha Amedê ya Jimara 5’an a salên 1980’î li girtîgehan tên dubarekirin û rêbaza îşkenceya Esat Oktay Yildiran li girtîgehan pêk tê.   MA / Emrûllah Acar