40 sal borî: Erdal Eren hêj 17 salî ye 2020-12-13 11:39:56   ENERE - 40 sal berê ciwanê 17 salî Erdal Eren temenê wî mezin kirin û darvekirin. Kesên 40 sal berê digotin “Ma em darvenekin emê xwedî bikin?" û darvedikirin, îro dibêjin "Guh neda hişyariya raweste" û dikujin.    Di serdema darbeya eskerî ya 12'ê Îlonê de Erdal Eren ê 17 salî temenê wî mezin kirin û di 13'ê Kanûna 1980'an de darve kirin. Di ser darvekirina Erdal Eren re 40 sal borîn. Erdal Eren li navçeya Şebinkarahisar a Gîresûnê di 25'ê Îlona 1964'an de ji dayik bû. Lê celadan temenê wî mezin kirin û darvekirin. Dema darvekirin Erdal hêj 17 salî bû. Erdal Eren ku li Lîseya Pîşeyî ya Avahiyan a Enqereyê dixwend, dema kuştina xwendekarê Zanîngeha Teknîkê Ya Rojhilata Navîn Sinan Suner şermezar dikir, di çalakiya 2'ê Sibata 1980'an de hat binçavkirin. Wê demê 24 kes hatin binçavkirin û Eren jî di nava 24 kesan de hat binçavkirin. Piştî Eren hat binçavkirin, bi îdeaya esker Zekeriya Onge ê di çalakiyê de hatibû kuştin kuştiye girtin û şandin girtîgehê. Eren piştî demek kin ceza kirin û di 19'ê Adara 1980'an de cezayê îdamê lê birîn. 3'emîn Daîreya Dadgeha Bilind8 a Eskerî ewil bi sedema "delîl kêm in" cezayê îdamê xera kir û xwest bikin cezayê heta heta. Li ser îtîraza serdozger dosya şandin Lijneya Daîreyên Dadgeha Bilind û li vir ceza hat erêkirin.    Beriya ku Eren darve bikin, Eren 16 saet berê ji rojnameger Savaş Ay û Emin Çolaşan re gotibû "Destûr nadin ku bi parêzerê xwe re hevdîtin bike û li gel kêmî 18 salî ye dixwazin wî darve bikin." Eren anîbû ziman ku ji wî re gotine 'Ji bo bibe ders wî darve dikin.' Lê ew ji mirinê natirse. Piştî biryara darvekirinê temenê Eren mezin kirin û Eren di 13'ê Kanûna 1980'an de li Girtîgeha Ulucanlarê darve kirin. Wê demê Kenan Evren gotibû “Ma em darvenekin emê xwedî bikin?" û darvedikirin.    Kesên wê demê gotibûn “Ma em darvenekin emê xwedî bikin?" û darvedikirin, îro dibêjin "Guh neda hişyariya raweste" û dikujin. Kesên di 1980’an de Erdal Eren darve kirin, di 2017’an de Kemal Kurkut, di 2020’an de Ozcan Onay ê 14 salî û Vedat Ekinci û gelek kesên din bi îdeaya "Li hişyariya raweste guhdar nekir" kuştin.    MA / Berivan Altan