Li Stenbolê tundiya zilam 2020-12-13 13:59:38 STENBOL – Li navçeya Şîşliyê zilamê bi navê M.H.B. li malê tundiyê li jinekê kir. Ev tundî kêlî bi kêlî ji aliyê qamereya ewlehiyê ve hat qeydkirin.   Li navçeya Şîşlî ya Stenbolê zilamê bi navê M.H.B. di 9’ê kanûnê de tundî li jina ku xwest jê biqete kir. M.H.B. dema ku hevala wî li mala hevala xwe bûye bi ser malê de girtiye û tundiyê li hevala xwe kiriye. Jina ku tundî li hat kirin rapora derpkirinê girt û giliya M.H.B. kir. Jina tundî li hat kirin kêliyên tundiyê li ser hesabê xwe medya civakî parve kir û destnîşan kir ku M.H.B. hatiye berdan û gef li wê û hevala wê xwariye.