218 kesan ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan 2020-12-13 19:35:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê, di nava 24 saetên dawî de, 218 kes ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan, 26 hezar û 919 kes bi vîrûsê ketin.   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên derbarê şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) ên di  nava 24 saetên daawî de parve kirin. Li Tirkiyeyê, di nava 24 saetan de, 218 kes ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan, 26 hezar û 919 kes bi vîrûsê ketin. Bi vî awayî hejmara giştî ya kesên jiyana xwe ji dest dan derket 16 hezar û 417'an û hejmara kesên bi şewbê ketin jî derket 1 mîlyon, 836 hezar û 728 kesan.