11 sal cezayê li polîsê faîlê 4 kesan hat birîn, ‘li gorî hiqûqê’ hat dîtin 2020-12-14 09:04:03 COLEMÊRG - 11 sal cezayê girtîgehê yê li polîs Î.M. ê faîlê yek jê zarok 4 kesên li Geverê kuştin hatibû birîn, ji aliyê dadgeha îstînafê ve “li gorî hiqûqê” hat dîtin. Parêzer Davût Ûzûnkopru, diyar kir ku pêwîst bû 4 caran cezayê muebetê li bersûc bihatiba birîn. Hasan Bûldan ê kurê xwe di bûyerê de winda kir jî, anî ziman ku rayedaran sozên xwe bi cih ne anîn.  Li Kolana Cengîz Topel a Gevera Colemêrgê, di 8'ê Cotmeha 2016'an de, wesayîta zirxî ya polîsan kesên li ser peyarêyê dimeşiyan guleberan kiribû. Di gulebaranê de Serhat Bûldanê 15 salî, Rahmet Safhali, Necdet Îşozu û Aydin Tumen jiyana xwe ji dest da bûn û Şemsettîn Kaya û Mehmet Alî Kaya jî birîndar bibûn. Derbarê bûyerê de doz li polîsê bi navê Î.M. hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê li Geverê pêk hat, lê dûre bi hinceta "ewlehiyê" doz neqlî Dadgeha Cezayê Giran a 3'yemîn a Amedê hatibû kirin   Danişîna biryarê ya dozê di 11’ê Cotmeha 2018’an de hatibû dîtin. Ji bo polîsê bersûc ê ne girtî dihat darizandin, ji sûcê “Bi zanebûn, ji yekê zêdetir kes kuştin û birîndar kirin” 11 sal, 1 meh û 10 roj cezayê girtîgehê hatibû birin. Ligel vê yekê jî daxwaza girtina polîsê bersûc hatibû redkirin.   Malbata 4 kesên jiyana xwe ji dest dan, bi navbeynkariya parêzeran biryara dadgehê birin Dadgeha Edlî ya Herêma ya Dîlokê. Daîreya Cezayê 16’emîn a Dadgehê, serlêdan îstînafê ji bingehê ve red kir û da zanîn ku biryara dadgehê ya derbarê polîsê bersûc de hatiye dayîn “li gorî hiqûqê” hatiye dayîn.    PARÊZER: PÊWÎST BÛ 4 CARAN MUEBET BIGIRTA   Parêzerên malbatan piştî dadgeha îstînafê serlêdan red kir, biryara birin Dadgeha Bilind. Ji parêzerên malbatên 4 kesan Davût Ûzûnkopru, diyar kir ku bi vê biryarê re malbata hîn zêdetir mexdûr kirin. Ûzûnkopru, da zanîn ku di darizandinên polîs û eskerên bersûc de polîtîkayên ne cezakirinê hêzê dide wan û wiha axivî: “Di pêvajoya dozê de daxwazên me nehatin qebûl kirin û pîvana darizandina adîlane hat binpêkirin. Hevdîtinên telsîzê û dîmenên hebûn, nexistin dosyayê. Hat gotin ku CD xirab bûye. Bi vî awayî delîl veşartin. Di dema îstînafê de jî me ev yek anî ziman. Di qanûnan de cezayê kuştina sivîleke, muebete. Pêwîst bû ku polîsê bersûc 4 caran bi cezayê muebetê bihatiba cezakirin. Lê piştî bi mehan hat berdan. Ger em ji Dadgeha Bilind tu encamekê negirin, emê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) bidin. Êdî em hemû jî dizanîn ku polîs û eskerên bersûc nayin cezakirin.”    BAVÊ SERHAT: SOYLÛ SOZA XWE CIH NE ANÎ   Hasan Bûldan ê kurê xwe ya 15 salî Serhat di bûyerê de winda kir jî, wiha bertek nîşanî biryara îstînafê da: “Em ê dest ji têkoşîna xwe ya hiqûqî bernedin. Ligel ku bi salan bi ser bûyerê re derbas bûn jî, hîna êşa me zindiye. Piştî bûyerê Wêzîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû hat şîna me, got ewê şopdarê dozê bin û ji bo vê soz da me. Lê Soylû soza xwe bi cih ne anî. “    MÛXALEFET REXNE KIR    Bûldan, xwest di serî de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û hemû partiyên mûxalefetê vê bûyerê bînin rojevê û wiha bi dawî kir: “Dema ku bûyerên wiha nekevin rojevê, tên bîrkirin û ev jî baweriyê dide bersûcan. Çi roja ku dadgehê dest pê kir, pêwîst bû hemû mirov li ser bisekiniyan. Partiyên siyasî, rêxistinên civak sivîl, sazî û dezgehên cuda zêde ev bûyer nexistin rojeva xwe. Em her tim li benda lêgerînekê bûn. Cezayê ji bo bersûc hat dayîn teqez em qebûl nakin. Em ê heya dawiyê şopdarê dozê bin.”   MA / Gokhan Altay - Mazlûm Engîndenîz