Li Êlihê polisan tundî li berhevkarê kaxizan kir 2020-12-14 10:08:10   ÊLIH – Li Êlihê, bi dîmenan derket holê ku polis tundî li ciwanekî ku kaxizan berhev dike, dikin.   Duh di saetên êvarê de li ser kollana Diyarbakirê ya Êlihê, li herêma Walîtî û Miduriyeta Polisan a Bajar, ciwanekî ku kaxiz berhev dikir ji aliyêm polisan ve hat derpkirin. Kêliyên vê tundiya polisan a li hemberî ciwanê ku navê wî nehat hînbûn ji aliyê welatiyên derdorê ve hatin qeydkirin.    Di dîmenan de tê dîtin ku polis bi kulma êrişê ciwan dikin û wî derp dikin. Ciwanê ku vê tundiyê ji destê polisan dibîne dike qêrîn û ev tişt dibêje: “Qaşo min qefaltine. Min daleqînin daleqînin. Êdî bes e.”   Derbarê rewşa ciwanê ku navê wî nehat hînbûn de agahî nehatin bidestxistin.