Di êrîşên hewayî yên 2 salan de 20 sivîlan jiyana xwe ji dest da 2020-12-14 13:10:28   NAVENDA NÛÇEYAN – Di êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê yên ser Herema Kurdistana Federal ên du salên dawî de 20 sivîlan jiyana xwe ji dest da.   Tirkiyeyê di salên dawî de bi balafirên şer ên Hêzên Çekdarî yên Tirk (TSK) û bi Balafirên Bêmirov û Biçek (SÎHA) li Herema Kurdistana Federal gelek niştecihên sivîlan bomberan kir. Li niştecihên weke Duhok, Şengal, Mexmûr, Biradost û gelek cihên din de di encama van êrîşên hewayî de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest da û bi dehan jî birîndar bûn.    Di êrîşên hewayî de li gel windahiyên sivîlan daristan û sewal jî di nav de xwezayê xesareke mezin dît. Tenê di êrîşên 2 salan de, 20 sivîlên ku hatine tespîtkirin jiyana xwe ji dest dane.    Li gorî daneyên RojNewsê yên êrîşên hewayî, di navbera salên 2019 û 2020’ê de 20 sivîlan jiyana xwe ji dest daye û bi dehan sivîl jî birîndar bûne.    Dîroka êrîşên hewayî û sivîlên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:    “ * Di 26’ê hezîrana 2019’an de di êrîşa hewayî ya li herema Balekayatî ya girêdayî Hewlêrê de welatiyekê jiyana xwe ji dest da. Di heman rojê de li qada Goşîn a girêdayî Biradostê bi êrîşa hewayî welatiyekê din jî jiyana xwe ji dest da.    *Di 7’ê hezîrana 2019’an de di êrîşa hewayî ya li herema Kortek a girêdayî Qendîlê de ji heman malbatê 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dan.    * Di nîsana 2020’an de di êrîşa hewayî ya li Qempa Mexmûrê de 3 jinan jiyana xwe ji dest dan.    * Di gulana 2020’an de di êrîşa hewayî ya herema Hîtutî ya girêdayî Duhokê de 2 welatiyan jiyana xwe ji dest da.   * Di hezîrana 2020’an de li Kelaşînê şivan Ebasî Mexdîd Nemet jiyana xwe ji dest da.    * Di êrîşa hewayî ya li Şêladizê de 5 welatiyan jiyana xwe ji dest da.   * Di 8’ê mijdara 2020’an de li Şengalê welatiyekî êzîdî jiyana xwe ji dest da.    * Di êrîşa hewayî ya navçeya Amediyê ya Duhokê de 3 welatiyan jiyana xwe ji dest da.”