Di nav salê de ji ber nûçeyên têkildarî pandemiyê 130 rojnameger hatin girtin 2020-12-14 13:36:19 STENBOL – Li gorî rapora azadiya çapameniyê ya RSF’ê ya sala 2020’an, li seranserê dinyayê 130 rojnameger ji ber nûçeyên xw yên derbarê pandemiyê de bi awayekî kêfî  hatine girtin.     Rojnamegerên Sînor Nenas (RSF), rapora xwe ya azadiya çapameniyê ya sala 2020’an weşand. Li gorî raporê li seranserê dinyayê ji ber pîşeya xwe 387 rojnameger girtî ne. Ji sedî 61 rojnamegerên girtî li 5 welatan e. Ev welat jî Çîn, Erebistana Siûdî, Misr, Vîetnam û Sûriye ne. Dîsa li gorî raporê 54 rojnameger hatine revandin û 4 rojnameger jî winda ne.    Li gorî daneyên RSF’ê li Tirkiyeyê jî 13 rojnameger ji ber karê xwe yê rojnamegeriyê girtî ne. Di nav 180 welatan de Tirkiyeyê di rêza 154’an a azadiya çapameniyê de cih girt.    Her wiha di raporê de hatiye destnîşankirin ku li seranserê dinyayê 130 rojnameger ji ber nûçeyên xw yên derbarê pandemiyê de bi awayekî kêfî  hatine girtin.   Dîsa li gorî raporê li 5 rojnamegeran jî cezayê darvekirinê hatiye birîn.