Ji bo aktîvîsta TJA’yê Şîmşek ceza hat xwestin 2020-12-14 13:57:31   AMED - Ji bo aktivîsta TJA’yê Gulcîhan Şîmşek bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” ji 7 salan heya 15 salan cezayê girtîgehê hat xwestin.    Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulcîhan Şîmşek, di çarçoveya lêpirsîna Komeleya Jinan a Rosa de hatibû girtin û dûrê hatibû berdan. Danişîna 3’yemîn a doza derbarê Şîmşek de ya bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hatibû vekirin li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Şîmşek û parêzerên xwe beşdarî danişînê bûn.    Dozger di danişînê de, diyar kir ku dosya temam bûye û mutalaya xwe ya derbarê Şîmşek de pêşkêşî şandeya dadgehê kir. Dozger li ser beyanên şahide nepen diyar kir ku Şîmşek fermanên KCK'ê bi cih tîne, beşdarî civînên TUHAD-FED'ê bûye û di nava TJA'yê de dixebite.   Di Mutaalayê de hat gotin Şimşek endama KJA'yê ya bi KHK'ê hatiye girtine û beşdarî daxuyaniyên çapemeniyê, civînan bûye û ji bo wê ji 7 salan heta 15 salan cezayê girtîgehê hat xwestin.    Şimşeke, di danişînê de parastina xwe bi kurdî kir, mutalaya dozger red kir û bereata xwe xwest. Şandeya dadgehê piştî navberek kurd, ji bo ku Şimşek û parêzerên wê li dijî mutaalayê parastina xwe bikin, danişîn taloqî 31'ê Adara 2021'an kir.