Erdal Eren li ser gora wî bi bîr anîn 2020-12-14 16:59:40   ENQERE - Federasyona Şoreşgerên 78'an, di 40'emîn salvegera bi darvekrina Erdal Eren ê 17 salî de, li ser gora wî bibîr anî.    Federasyona Şoreşgerên 78’an, Erdal Erenê 17 salî ku di 13’ê Kanûna 1980'iyan de temenê wî mezinkirin û pişt re darve kirin li ser gora wî ya li Goristana Karşiyaka bi bîr anî. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Kemal Bulbul û Reveberên rêxistina HDP’ê ya Enqereyê beşdarî bîranînê bûn. Di bîranîna ku bi rêzgirtinê dest pê kir de, Rêveberê Federasyona Şoreşgerên 78’an û hevalê Eren Huseyîn Esenturk axivî. Esenturk, diyar kir ku 40 sal bi ser darvekirina wî re derbas bûn û axivî: “Bi ser darbeya 12’ê Îlonê jî, 40 sal derbas bûn. Lê hêj me nikariye em ji hişmendiya darbekar a li vî welatî hesab bipirsin.”   ‘SEDSAL JÎ DERBAS BIBIN WÊ EREN NEYÊ JI BÎR KIRIN’   Esenturk, da zanîn ku rêhevalê wan ê li dijî faşîzmê têdikoşiya, li sêdarê jî, bi navê rêxistinê qîr kir û wiha got: "Gelo ev bawerî û berxwedanê ji ku digire? Helbet ji têkoşîna çîna karkeran, ji şoreşê û sosyalîzmê digire. Sedsal jî derbas bibin, wê Erdal Eren neyê ji bîr kirin.”   Parlementerê HDP’ê Kemal Bulbul jî, Erdal Eren bi bîr anî û diyar kir ku Eren nirxekî mirovahiya cîhanê ye.    Bîranîn bi danîna qûrnefîlan a ser gora Eren bi dawî bû.