Kiliçaslanê girtî: Armanca greva birçîbûnê azadiya Ocalan e 2020-12-15 09:07:21 STENBOL - Girtî Sertaç Kiliçaslan ê li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê dimîne, diyar kir armanca çalakiya wan a greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ji bo azadiya Ocalane û got: “Ger daxwazên me neyin qebûl kirin, çalakiya xwe veguherînin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger.”  Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê  PKK’ê Abdullah Oclaan û binpêkirinên mafên mirovan, di 27’ê Mijdarê de, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin. Girtiyên kom bi kom 5 rojan di greva birçîbûnê de dimînin, 19 rojin çalakiya xwe dewam dikin. Girtî Sertaş Kiliçaslan ê li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar a navçeya Bûca ya Îzmîrê dimîne û di koma greva birçîbûnê ya dawî de cih digire, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re kir de, bal kişand ser daxwazên xwe û armanca çalakiya xwe vegot.     ARMANC AZADIYA OCALANE    Kiliçaslan, diyar kir ku nêzî 15 saline girtiye û wiha axivî: “Em di salên 2012 û 2018’an, ketin greva birçîbûnê. Di çalakiyên grevên birçîbûnê yên berê de, daxwaza me ya bingehîn rakirina tecrîda li ser Ocalan bû. Daxwaza me ya nih ajî azadiya Ocalane. Gelo çima em azadiyê dixwazin? Ji ber ku heya rêberê gelekê azad nebe, ew gel jî azad nabe. Niha gelê kurd dibêje Ocalan rêberê mine. Wê demê çawan dibe ku rêberê gelekê di girtîgehê bê girtin? Ev rewşekê ku nayê qebûl kirine. Li tu devera cîhanê ev yek nayê qebûl kirin. Nêzîkatiya li hemberî rêberekê çibe, nêzîkatiya li hemberî gelekê jî hemane. Ger kesek gel qebûl nake, wê demê rêberê wê jî qebûl nake. Ev dewlet, çi dema ku rêberê gelê kurd serbest berde, wê demê em dikarin bêjin ku ‘belê gelê kurd û vîna wê hatiye qebûlkirin.’”    ‘EM AZDIYA CIVAKÊ DIXWAZIN’   Kiliçaslan, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Çi roja ku Ocalan azad bibe, wê aştî, azadî û demokrasî li Tirkiyê û Rojhilata Navîn pêş bike. Em jî vê dixwazin. Em ne tenê dixwazin tecrîda li ser kesekê rabe û azad bibe. Em dixwazin di şexsê azadiya rêbertiya xwe de gelên Tirkiyê û Kurdistanê azad bibin. Ji bo vê me dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Em azadiya hemû civakê dixwazin û hemû civak jî vê yekê dixwaze.”    HIŞYARIYA ‘BÊDEM Û BÊDORVEGER’ KIR    Kiliçaslan, da zanîn ku ew niha bi awayekê bêdem û dorveger greva xwe ya birçîbûnê dewam dikin û wiha dewam kir: “Ger daxwazên me neyin bi cih anîn, emê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê veguherînin çalakiya bêdem û bêdorveger. Divê gel bi hestiyar tevbigere û bertek nîşan bide. Ji ber ku ger rêberê gelekê ne azad be, ew gel jî ne azade. Vîna gel, çawan dibe ku vê tecrîdê qebûl bike? Ji bo vê em dibêjin ‘divê rêberê me azad be.’ Ev azadî azdiya hemû civakê ye. Çi ji destê kî bê divê bikin. Ji destê me jî ev yek tê. Ji ber vê me dest bi greva birçîbûnê kir. Divê hemû gel piştgiriyê bide çalakiya me.”    ‘MAFÊN ME JI DESTÊN ME GIRTIN’   Derbarê coş û keyfxweşiya girtiyên di greva birçîbûnê de jî Kiliçaslan, ev agahî dan: “Keyfa me pir keyfxweşin. Em ji her demê zêdetir xwe baş hîs dikin. Piştî me dest greva birçîbûnê kir, zextên li ser me zêdetir bûn. Hemû mafên me ji destê me hatine kirin. Pandemiyê dikin hincet. Em nikarin ji bilî 4 dîwaran derkevin derve. Berê em ji qawîşên xwe derdiketin û diçûn qadên spor û sohbete. Lê ev mafên me jî, bi hinceta pandemiyê ji destên me kirin. Rojnameya Yenî Yaşamê ji ber vê hincetê nadin me. Gelo çi eleqeya rojnameyê bi pandemiyê re heye? Dest danîn ser radyoyên me. Girtekên me ji me girtin. Em di pirsin, gelo çi eleqaya van binpêkirinên mafan bi pandemiyê re heye? Lê em baş dizanîn tu eleqeya xwe bi pandemiyê re tuneye.”    HER MEH BI SER QAWÎŞAN DE DIGIRIN   Sertaç Kiliçaslan, dest nîşan kir ku rayedarên girtîgehê her me bi ser qawîşên wan de digirin û ev bang li raya giştî kir: “Gardiyan qawiş bi qawîş digerin. Ka ji xwe ve pandemî hebû? Ger pandemî heye, wê demê  hûn çima wiha dikin? Her roj operasyonan li dar dixin, mirovan binçav dikin û digirin. Her roj bi sedan esker derdikevin operasyonan. Ka ji xwe ve pandemî hebû? Li tevahiya cîhanê, di pêvajoyên pandemiyê de, şer radiwestin. Li li Tirkiyeyê, şer dijwartir bû. Pirsgirêk ne pandemiye, ew bixwe ne. Ji bê em banga hestiyariyê li tevahiya raya giştî dikin ku bi hestiyar tevbigerin.”    MA / Ferhat Çelîk