'Bajarê ku mafên mirovan lê tune ye: Wan 2020-12-15 09:09:20 WAN – Li Bajarê Wanê ku herî dawî 2 mirov ji helîkopterê avêtin û îşkence li wan kir, bi qedexeya çalakiyên kolanan tê nasîn û zanîn. Li Wanê di 9 mehên dawî de Hezar û 721 mafên mirovan hatin binpêkirin. Nûnera TÎHV'ê ya Wanê Sevim Çiçek, diyar kir ku binpêkirina mafan êdî wan dixe nava fikaran.  Piştî di sala 1948'an de Danezana Mafên Mirovan a Gerdûnî hat îmzekirin, her sal li Tirkiyeyê di nava 10-17'ê kanûna de parazvanên mafên mirovan vê hefteyê pîroz dikin. Wekî salên borî, îsal jî wekî gelek bajarên Tirkiyeyê li Wanê jî binpêkirina mafan zêde bû. Yek ji bajarê herî zêde mafên mirovan hat binpêkirin Wan bû. Her çend Rewşa Awarte (OHAL)  rabû jî dîsa li Wanê rewşa awarte dewam kir û mafên mirovan hatin binpêkirin. Li Wanê 5 salin qedexeyên derketina kolanan a çalakgeran hatiye qedexekirin. Çalakî û şahî tenê ji hêzên muxalif re hatine qedexekirin. Herî zêde maf ji aliyê polîs û eskeran ve hatin binpêkirin.    WAN BI BINPÊKIRINA MAFAN HAT ROJEVÊ    Bajarê Wanê herî zêde bi îşkenceya li 3 zarokên ku serê wan xistibûn klozetê hatibû rojevê. Dîsa gundiyên ku li Navçeya Westanê kîvark kom dikirin û îşkence li wan hatibu kirin bûbû rojev. Sûcên li dijî penaberan jî rojevek taybet bû. Herî dawî li Navçeya Şaxê ya Wanê eskerên derketin operasyonê 2 welatî bi îşkenceyê binçav kirin û piştî binçav kirin ji raporlarê avêtin xwar. Di bûyerê de welatî Osman Şiban bi giranî birîndar bû û Servet Turgut jî piştî birîndar bû jiyana xwe ji dest da.    Piştî bûyerê Nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) yên Wanê Adnan Bilen û Cemil Ugur, Nûçegîhana Jinnewsê Şehbiran Abî û Rojnameger Nazan Sala, piştî 3 rojan di bin çavan de man, di 9'ê Cotmehê de şandin dadgehê û dadgehê jî biryara girtina  wan da. Piştî wê vê carê bi ser mala nûçegîhanê MA'yê Dindar Karataş de girtin û binçav kirin.    DI 9 MEHAN DE HEZAR Û 721 MAF HATIN BINPÊKIRIN   Li gorî rapora Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Wanê (ÎHD) li herêmê binpêkirina mafan didome. Li gorî rapora îHD'ê di 9 mehên ewil de li bajar herî kêm Hezar û 721 maf hatin binpêkirin.    Nûnera Vakfa Mafên Mirovan a Tirk (TİHV) a Wanê Sevim Çiçek  li ser rewşa mafên mirovan axivî.    REWŞA HEYÎ MIROVAN DIXE NAVA FIKARAN   Çîçek, anî ziman ku îqtîdarê darbeya eskerî ya 2016'an ji bo xwe kiriye firsend û wiha got: "Hikûmetê bi OHAL'ê rê li pêş rejîma Otoriter vekir. Di dîroka komarê de tu carî binpêkirina mafan bi dawî nebûye. Lê binpêkirinên mafan ên ku niha pêş dixevin mirovan dixin nava fikaran. Sedema vê yekê ji ber ku îqtîdar bi polîtîkayên ewlehiyê tev digere. Tenê li Wanê her ji 15 rojan carekê "Çalakî û bernameyan qedexe dikin." Ji ber qedeeyan welatî nikarin mafên xwe yên zagonî pêk bînin û nikarin ji zagonan sûdê bigirin.    'DI BIN ÇAVAN DE SERÊ WAN XISTIN KLOZETÊ'     Çîçek, da zanîn ku di çalakî û bernameyên civakî yên demokratîk de tundiya zilam derdikeve pêş u wiha got: "Polîs û eskerên vê tundiyê dikin aşkere dikin. Kesên tên binçavkirin li qereqolê jî îşkence li wan tê kirin. Dema bi ser malan de digirin bi saetan ew li erdê dirêj kirin. Li vir armanc dikin ku polîtîkaya perçekirin û pûçkirinê pêş bixin. Kesên di bin çavan de tên girtin de di şertên paqij de ne. Pêdiviya  xwarin û xwedîkirinê nadin girtî û kesên di bin çavan de. Kesên tên binçavkirin û girtin mafê wan ê tenduristiyê ji destê wan tê girtin. Ser îşkenceyê vedişêrin. Kesên ku îşkence lê tê kirin, li gel ku li dozgeriyê di îfadeyên xwe de tînin ziman jî der barê kesên îşkence kirine de lêpirsîn nayê vekirin."    8 SIVÎL BI GULEYÊN ESKER Û POLÎSAN HATIN KUŞTIN    Çîçek, destnîşan kir ku di mehên dawî de 8 sivîl bi çekên polîs û eskeran hatine kuştin û wiha lê zêde kir: "Kesên ku di bin çavan de îşkence li wan tê kirin û ev yek di çapemeniyê de xuya dibe, Walîtî helwestek "kevneşopî" nîşan dide. Kesê tê binçav kirin çi dike bila bike divê neyê înfazkirin û îşkence lê neyê kirin. Lê Walîtî bi daxuyaniyê mextûr bêtir dawanbar dike û faîl diparêze. Rojnameger, parêzer û saziyên ku vê rastiyê tînin ziman, dibin hedef. Weki kesên perçekar tên tawanbarkirin. Walîtî bi van daxuyaniyan armanc dike ku faîl u sucdar biparêze. Sedema îhlalên zêde dibe polîtîkayên "Bêcezakirinê " ye.    Çiçek, herî dawî bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û wiha lê zêde kir: "Di pêvajoya şewbê de bêtir mafên girtiyan hat binpêkirin. Girtî di kawîşê qelebalix de girtî ne. Hîn girtî li erdê radizên. Li girtîgehan binpêkirina mafan di asta herî jor de ye. Ji ber tecrîd heye girtiyan dest bi grevê kirin. Li Girtîgehan tecrîd heye. Tecrîd îşkence ye. Kî dibe bila bibe divê li gorî kesan pêkanînên taybet neyên kirin."    Çîçek, anî ziman ku bazirganiya Mirovan tê kirin û wiha dawî li axaftinê xwe anî: "Girtî û penaber bi tu awayî ji mafê xwe yê tenduristiyê sûdê nagirin. Jin û zarok bi tundiya zayendî re rû bi rû dimînin. Kesên penaber ji ber gefên wan dersînor bikin li wan tê xwarin nikarin qala van binpêkirinan bikin."    MA / Mujdat Can