HDP: Kesên ji ber şewbê mirin derdora 70-80’î hezariye 2020-12-15 12:54:11   STENBOL - Hevberdevkê Komîsyona Polîtîkayên Tenduristî û Civakî ya HDP’ê Dr. Samet Menguç, diyar kir ku parvekirinên desthilatdariyê yên têkildarî kesên ji ber Kovîd-19’an jiyana xwe ji dest dan, ne bi ewlene û got: “Li gorî derdorên zanistî, li Tirkiyeyê 3 mîlyon kes bi vîrûsê ketin û kesên ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dan jî derdora 70-80’î hezar kesîne.”    Hevberdevkê Komîsyona Polîtîkayên Tenduristî û Civakî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dr. Samet Menguç, derbarê rewşa dawî ya pandemiyê û mijara aşiyê de, li avahiya Rêxistinê Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Menguç, diyar kir ku Tirkiyê hêviya xwe ya têkoşîna bi şewbê re, bi aşiyê ve girê daye.    Menguç, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Li tevahiya cîhanê 73 mîlyon mirov bi şewbê ketin. Yek milyon û 600 hezar kesî jî jiyana xwe ji dest dan. Li gorî danayên fermî yên Tirkiyeyê jî, mîlyonek û 800 hezar kes bi vîrûsê ketin û 16 hezar kes jî ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dan. Hejmarên fermî rastiyê venabêje. Ji ber ku li gorî derdorên zanistê, ji roja ku li Tirkiyeyê şewb hat dîtin û heya roja îro 3 mîlyona kes bi vîrûsê ketin û derdora 70-80’î hezar kes jî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane.    AKP RASTIYÊ VEDIŞÊRE   Menguç, bal kişand ser têkoşîna Tirkiyeyê ya li dijî şewbê û wiha axivî: “Tirkiye bi polîtîkayên şaş têkoşîna li dijî şewbê dide. Hikumeta AKP’ê rastiyan vedişêre.”   Menguç, derbarê mijara peydakirina aşiyê de jî, ev şirove kir: “Di warê peydakirina aşiyê de jî parvekirinên şaş û kêm hene. Desthilatdarî li hemberî şewba vîrûsê, ketiye rewşekê zor û zehmet de. Me bihîstiye ku heya Nîsana 2021’an ji bo 25 mîlyon mirov bên aşîkirin, peymana aşiya 50 mîlyon doz hatiye îmzekirin. Ev aşiya Sînovac a Çîneyê û hîn a bi awayekê zanistî ji aliya cîhanê ve nehatiye qebûl kirin. Em AKP û Wezareta Tenduristiyê hişyar dikin. Tenduristiya civakê cîdî bigirin.”   Menguç, da zanîn ku ewê weke HDP’ê şopdarê pêvajoya pandemiyê û anîna aşiyê ya li Tirkiyeyê bin.