Şingalî: Pêdiviya şingaliyan bi hikûmeta Iraqê û PDK'ê tuneye 2020-12-16 09:20:28 NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Delîla Suham Şingalî, destnîşan kir ku weke êzidî pêdiviya wan bi hikûmeta Iraqê û PDK'ê tuneye û bal kişand ser xweseriya Şingalê.  Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Rêveberiya Herêma Kurdistana Federe, di 9'ê Cotmehê de derbarê Şingalê de peymanek çêkiribûn û piştî vê peymanê ber bi Şingalê ve bi hezaran esker hatibûn şandin. Piştî vê Şingaliyan jî li dijî vê dest bi çalakiyan kiribûn û çalakiyên wan hîn jî didomin.    Endama Komiteya Dîplomasiyê ya Meclîsa Tevgera Azadiyê Jinên Êzidî (TAJÊ) Delîla Suham Şingalî derbarê rewşa Şingalê de ji ajansa me re axivî.    'HÊZÊN KU EV PEYMAN ÎMZEKIRIN DIJMINÊN CIVAKA ÊZIDÎ NE'   Endama Komiteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Delîla, Suham Şingalî, diyar kir ku her du aliyên li hev kirine dixwazin li Şingalê fermana DAIŞ'ê kiribû bidomînin û wiha axivî: "Dema destpêka vê lihevhatina Bexda û Hewlerê me di serî de jî bi daxuyaniyê xwe nêrînên xwe û helwesta xwe bi awayekî aşkere nîşanî hemû cîhanê da.Tişta ku di 2014'an de nikaribûn pêk bînin, niha dixwazin bi vê peymanê careke din Şingalê ber bi fermaneke din ve bibin. Dixwazin vê  fermanê bi rêbazê xwe yê qanûnî pêk bînin. Asas bi vê peymanê dixwazin vîn û rêxistina ku civaka Êzidî ava kirî tune bikin. Wekî tevgera jin em xetereyê li ser tevahiya civaka Êzidî dibînin. Em vê xetereyê ne tenê li ser Şingalê, li ser tevahî Başûrê Kurdistanê dibînin. Hêzên ku ev peyman îmzekirin, li dijî tevahiya civaka êzidî û bi taybetî jî jinan e."     'TEKANE ÇARESERÎ NASKIRINA XWESERIYA ŞINGALÊ YE'    Şingalî, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser çalakiyên ku gel li herêmê dane destpêkirin û diyar kir ku ev çalakî çalakiyên rûmetê ne.    Şingalî wiha pê de çû: "Piştî ku lihevhatin di raya giştî de hat îlankirin, li vir serhildanek pêk hat. Di hemû meşan de jî gel helwesta xwe ya zelal nîşan da. Qanûna ku vîna civaka êzidî nas neke, em jî wê nas nakin û li dijî wê peymanê jî em ê li ber xwe bidin. Ev helwesta me gelek zelal e. Ji ber wê jî gel li qadan e. Li Şengalê ji her fikirî û bîrdoziyê gel di çalakiyê de ye. Li vir bêgûman gava yêkemîn a ku dixwest ji vê peymanê pêk bînin, yek jî derbaskirina pêşmergeyan e. Heta niha 10 hezar leşker derbasî Şingalê kirin. Li Şingalê aramî heye, cewherî heye û hêza leşkerî heye. Lê bi van pêkanîna dixwazin aramiya Şingalê tune bikin. Niha her car hêzên xwe bi ser Şingalê ve rê dikin. Di hundirê Şingalê de li ser Sînor jî bi cih bûne. Bi taybetî dixwazin ku êrîşan li ser Asayîşa Şingalê bikin. Dixwazin ku bikevin cihên Asayîşê, wan û navendên wan vala bikin û tune bikin. Ji ber vê jî gel dibêje, 'Asayîş rûmeta me ye, asayîş me diparêze û baweriya me bi zarokên me heye.' Gel dibêje baweriya me bi kesên biyanî û xerib ku werin me biparêzin nîn e. Ev tişt li gorî civaka me jî rast e. Heqê me ye ku xweseriya me hebe û pêwîst e li ser xaka me mafê me hebe. Ev daxwazî ne li dijî tu qanûnê ye, ne li dijî herêma Kurdistanê ku xwe jî herêmeke xwe bi xwe rê ve dibin. Her wiha ne li gorî qanûnên Iraqê ye ku ev qas êrîşan li me bikin. Armanca me ew e ku Asayîşa me li cihê xwe be û parastina civaka xwe bike û di heman demê de xweseriya Şingal bê qebûlkirin. Yek tekane çareserkirina pirsgirêkên Şingalê, naskirina xweseriya Şingalê, naskirina xweseriya civaka êzidî ye."    'XELK DI BIN PARASTINA YBŞ Û YJŞ'Ê VEDIGERE SER XAKA XWE'    Şingalî di dirêjiya axaftina xwe de bilêv kir ku pêdiviya civaka êzidî bi vê peymanê nebû û wiha dom kir: "Di peymanê de dibêjin ku ji bo xelkê Şingalê vegere ser axa xwe. Jixwe xelkê Şingalê di bin parastina hêzên YBŞ'ê û YJŞ'ê de vedigere warê xwe. Xweserî ji wan re heta dawiyê dibe alîkar. Dijberî gotina wan em sedî sed dibêjin ku armanca vê peymanê valakirina Şingalê ye. Ji bo ku di civaka êzidî de pirsgirêk hîn bêtir kûrtir bibin. Ji bo ku di civakê de tevlîhevî derdixînin. Dibêjin ev peyman ji bo vegera gelê Şingalê ye. Lê gelê Şingalê jixwe di bin parastinê de ye. Pêwistiya gelê Şingalê ne bi hikûmeta Iraqê ye, ne jî bi hikûmeta Kurdistanê ye."   'DI NAV LEŞKERAN DE KESÊN BI TIRKÎ, EREBÎ Û FARSÎ DIAXIVIN HENE'    Şingalî di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku hikûmeta herêmê gav bi gav li herêmê leşkerên xwe bi cih dike û wiha got: "Deh hezar leşkerên ku dixwestin derbasî Şingalê bikin, li Şingalê hatine bicihkirin. Li ser peymana YBŞ'ê rêveberiya xweseriyê xwe ji bajêr kişand û li ser sînor bi cih bû. Lê Asayîşa Êzidxanê di cihê xwe de ye û hîn parastina civaka xwe dike. Niha jî li ber Asayîşê konên rûmetê hatine vedan. Bi rojan in ji hêla gel û meclîsê ve ev nobed tê dewrgirtin. Çalakiyên parastina asayîşê berdewam dikin. Dixwazin îradeya Şingalê tune bikin. Ji bo tunekirina vîna gel çi ji destê wan tê dikin. Gelê me li ber xwe dide û em jî bi gelê xwe re ne. Her du alî di pêkanîna peymana xwe de îsrar dikin. Li dijî civaka me dixwazin gav bi gav vê peymanê bixin meriyetê. Di nava bajêr de erebeyên leşkerî hatine bi cihkirin. Di nav van hêzan de pir kesên biyanî hene. Hinek ji wan hene bi tirkî diaxivin, hinek ji wan ji Îranê ne û bi farisî û erebî diaxivin. Ev kes biyanî ne û civaka êzidî bi xetereyeke rû bi rû ye. Geşedanên li vir yên herî dawî bi vî rengî ne. Ji raya giştî û gelên ku dengê me dibihîze bangawaziya me ev e, îro xetere ne tenê li ser Şingalê ye, li ser tevahiya Kurdistanê ye. Bila her kes vê xetereyê bizane û cihê ku lê ye, têkoşîna xwe û berxwedana xwe bilind bike û xwedî li civaka êzidî derbikeve û nehêle ku ferman dubare bibe."    MA / Zeynep Dûrgût