Çalakiya greva birçîbûnê ket roja 20’an 2020-12-16 10:16:38   AMED – Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku girtiyan li dijî tecrîdê da destpêkirin, di 20’emîn de didome.    Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku girtiyan ji doza PKK û PAJK’ê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di 27’ê mijdarê de dabûn destpêkirin, didome. Çalakiya ku ji aliyê koma 4’emîn ve tê domandin ket roja 20’an. Girtî û malbatên wan ji bo piştgiriya çalakiyê bang dikin û wê sibê greva ji aliyê koma 5’emîn ve bê dewrgirtin.    Husnu Aşkan (32) ku li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê girtî ye û di koma 4’emîn de çalakiya greva birçîbûnê didomîne, bi malbata xwe re bi rêya telefonê hevdîtin kir. Aşkan, ji malbata xwe re ragihand ku wê di 17’ê kanûnê de grevê dewrê koma 5’emîn bikin. Aşkan, her wiha destnîşan kir ku li girtîgehê girtiyên ku bi virûsa koronayê ketine hene û ev girtî û girtiyên nexweş sewqî nexweşxaneyan nayên kirin.