Ji KNK'ê banga lezgîn a diyalogê 2020-12-16 12:19:03 NAVENDA NÛÇEYAN – KNK’ê li dijî xetereya şer ku li Herêma Kurdistanê ya Federa bilind bûye banga lezgîn a diyalogê kir.  Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), ku Herêma Kurdistanê ya Federa polîtÎkayên gengeşiyê didomîne, di 13’ê kanûnê de li gundê Sêgirkê ya girêdayî Amediyê, bi çêkan êrişî wesayîteke ku PKK’î têde hebûn kir. Di encama êrişî de 3 PKK’î birîndar bûn. Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûs, têkildarî gengeşiya li herêmê ji Ajansa Nûçeyan Firatê (ANF) re axivî û banga lezgîn a diyalogê li PDK û PKK’ê kir.    'PÊWÎSTE HÊZÊN LI HERÊMÊ XWE VEKIŞÎNIN POZÎSYONA BERÊ'   Karamûs, diyar kir ku bi navê Hevserokatiya KNK'ê û weke endamekî şandeya serdana Başûrê Kurdistanê kir (Meha Mijdarê) banga lezgîn li aliyan dike û ev bang li aliyan kir: “Em vî şerê dawî weke provokasyonekê dibînin. Divê her du alî xwe ji vê provokasyonê vegirin. Divê her du alî teqez bi berpirsyarî tevbigerin. Hêzên ku li wir bi cih bûn, yên ku li ber hev rabûn, divê bi lezgînî li çeperên xwe yên berê vegerin. Neçar in ku bi rêya hevdîtinê pirsgirêkê çareser bikin. Em ji bo diyalogê bang dikin. Ji ber ku ev şer wê li qadekê nemîne û dibe ku li her devera Kurdistanê belav bibe. Em di pêvajoyeke gelekî hesas de ne û şerekî gengaz wê li berjewendiya partî yan jî kurdekî neyê. Berevajî dikare li Kurdistanê bibe sedema têkçûnê. Lewma em bang li PDK'ê û PKK'ê dikin, bang li pêşmerge û gerîlayên HPG'ê dikin; ev şer bi ti awayî ne bi xêra Kurdan e. Berevajî, dikare destketiyên Kurdan têk bibe.”   'YEKANE RÊYA ÇARESERIYÊ, DIYALOG Û HEVDÎTIN E'   Di axaftina xwe de Karamûs, bang li partî û saziyên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat jî kir ku zimanekî ku şer sor bike bi kar neynin, aştî û biratiyê teşwîq bikin û ev nirxandin kirin: “Gotinên sorkirinê û daxuyaniyên bi vî rengî ne li xêra destketiyên kurdan e.  Yekane rêya çareseriyê diyalog û hevdîtin e. Bi rengekî cidî nêzî bangên KNK'ê bibin û tavilê rêya diyalogê hilbijêrin. Bi rengekî eşkere bang li pêşmerge û gerîlayan dikim; xwe ji şer vegirin. Divê xwîna xwişk û birayên xwe, xwîna kurdan neyê rijandin.”   BANGA TAYBET A LI MESÛT BARZANÎ   Di berdewama axaftina xwe de Karamûs bangeke taybet jî li Serokê Giştî yê PDK'ê Mesût Barzanî jî kir û ev tişt got: “Di vê mijarê de divê bi rola xwe rabe. Pêwîste şer, şerê navxweyî, şerê kurdan rawestîne. Bi navê KNK'ê bang li partiyên kurdistanî hemûyan dikim ku bicivin. Ji bo pêkhatina civîneke bi vî rengî em hewl didin. Di serdana me ya mijdarê ya Başûrê Kurdistanê de ji bilî PDK'ê partî û rêxistinên civakî yên sivîl hemûyan nîşan dan ku ew alîgirê diyaloga navbera kurdan e. Me ev helwest ji PDK'ê re jî ragihandin. Lê PDK hîn jî bersivê nade bangên ji bo hevdîtinê û kêmkirina tansiyonê.”   'DAXUYANIYÊN MESRÛR BARZANÎ CIHÊ XEMGÎNIYÊ YE'   Karamûs, bal kişand ser daxuyaniyên dawî yên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî yên derbarê PKK, Şengal û Rojava de û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em vê helwestê teqez qebûl nakin. Ne li gorî berjewendiya Kurdan e. Daxuyanî û ferzên Mesrûr Barzanî, helwesta eşkere û dijminane ya li dijî PKK'ê me diêşîne. Em van nêrînan parve nakin û divê li ber rabin.”   'DIBE KU BINGEHA YEKÎTIYÊ JI HOLÊ RABE'   Di dawiya axaftina xwe de Karamûs, qala encamên şerekî gengaz jî kir û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Heke şer giran bibe, bingeha yekîtiya navbera kurdan dibe ku ji holê rabe. Heke şerê navbera pêşmerge û gerîla bigihêje asteke bilindtir hingî ev zemîn dikare ji holê rabe. Gelek çeper û destketiyên me hene ku dikarin ji destê me biçin. Ne tenê dagirkeriya dijmin, her wiha di navbera kurdan de dijminatiyeke welê dikare rû bide ku sererastkirina wê zehmet be. Ji şerê nava kurdan tenê dagirker bi ser dikeve.”