Aktîvîsta TJA’yê Fîgen Ektî hat tehliyekirin 2020-12-16 13:23:38   AMED - Aktîvîsta TJA’yê Fîgen Ektî ya ji ber faliyetên Komeleya Jinan a Rosa ku bi îdiaya “endama rêxistinê ye” girtîbû hat tehliyekirin.   Aktîvîsta Tevgera Jinan a Azad (TJA) Fîgen Ektî ji ber faliyetên Komeleya Jinan a Rosa birêve bir di 14’ê tîrmehê de piştî hat binçavkirin di 18’ê tîrmehê de bi îdiaya “endama rêxistinê ye” hatibû girtin. Danişîna duyemîn a doza Ektî li Dadgeha Cezayê Giran a 10’emîn a Amedê hat lidarxistin. Ektî ji Girtîgeha Amedê ya Jinan bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Parêzerên Ektî Mehmet Oner, Onder Alçîçek û Gulşen Ozbek di danişînê de amade bûn û malbata Ektî danişînê şopandin.   Di danişînê de Fîgen Ektî bi kurdî parastina xwe kir û îdiayên li ser xwe red kir û got tu bingeha îdayan nîne. Ektî xwest were berdan û beratkirin.   Parêzeran jî parastina miwekîla xwe kir û li dijî îdiayan derketin û xwestin were berdan.   Şandeya dadgehê dema girtinê ya Ektî li ber çavan girt û biryara tahliyekirinê da. Danişîn taloqî 7’ê nîsana 2021’an hat kirin.