Qeyûm tiştên ku nekiriye jî wekî ku kiribe nîşan dide 2020-12-17 09:05:53 COLEMÊRG - Endamê HDP'î yê Meclîsa Şaredariya Colemêrgê ya ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin, anî ziman ku qeyûm tiştên ku nekirine jî wekî kiribe nîşan dide û pereyan dide fîrmayên alîgir.  Wezareta Karên Navxweyî di 18'ê Cotmeha 2018'an de cara dudoyan qeyûm tayinî Şaredariya Colemêrgê kiribû. Piştî tayinkirina qeyûm erkên Meclîsa Şaredariyê hemû hatibûn rawestandin. Lê belê endamên HDP'î yên Meclîsa HDP'ê çend roj berê daxuyaniyek dan û nelirêtiya tê kirin bi raya giştî re parve kirin.    Endamê HDP'î yê Meclîsa Şaredariyê Emîn Ertûş, anî ziman ku di dema qeyûm de bi qasî 50 milyon TL'yî nelirêtî hatiye kirin û birayê serokê AKP'ê yê bajêr ê berê ji bel nelirêtiyê hatiye girtin, lê belê ser girtina wî hatiye nixumandin û qeyûm gelek kesên AKP'î kiriye xwedî kar.     REWŞA DOZA DERBARÊ QEYÛMÊ EWIL DE    Ertûş, tayinkirina qeyûman wekî "xespkirina vînê" wesifand. Ertûş, anî ziman ku Hevşaredar Cîhan Karaman ku qeyûm tauinî şûna wî hat kirin, ji ber hin parvekirinên xwe yê medyaya civakiyî tê tawanbarkirin û got: "Diyar bû dê qeyûm bê tayinkirin. Çavkaniya AKP'ê qediyabû. Serdema berê ji îhaaleya avê heya ya asfaltê qeyûm deriyê rantê ji bo AKP'iyan vekiribû. Qeyûmê ewil îhaleya avê bi 80 milyon TL'yî kiribû. Gava me şaredarî bi dest xist, me ev yek da ber dadgehê. Lê qeyûmê duyem çawa hat tayinkirin zûzûka doz da sekinandin."    Ertûş, da zanîn ku pêdiviya navenda bajêr bi ronahiyan tune ye, lê belê qeyûm rabûye ronahî çêkirine û got: "Di meha Kanûn û Çileyê de li Xaçerêya Medenî Sancakê ronahî çêkirin. Ji bo mirov vê yekê nîqaş nekin, di orta zivistanê de rabû ronahiyeke alaya tirk li ser daçikandin. Armanc, fîrmaya alîgir pereyan qezenc bike. Li her derî bi heman fîrmayê didin çêkirin."    XEBATÊN JI BO RANTÊ    Ertûş, destnîşan kir ku gelek xebatên ku wan kiriye qeyûm wekî ku wî kiribe nîşan dide. Ertûş got: "Tenê 12 kîlometre asfalt çêkirine. Lê di qeydên fermî de tenê kîlometre û nîv xuya dike. 10 kîlometre û nîvê din jî ji hêla fîrmaya 'AKMERCAN' ve hatiye çêkirin. Ew jî ji ber ku rê xera kiribû. Dibêjin li navenda bajêr 58 kîlometre borî bi cih kirine û ev a gaza xwezyî ye. Tu eleqeya şaredariyê bi vê tune ye. Tiştên ku nekirine jî wekî wan kiribe nîşan didin."    OTOPARK DAN ENCUMENÊ AKP'Π   Ertûş, anî ziman ku rêya du kîlometre û nîvî ya hatiye betonkirin jî ji bo alîgirên wan pereyan qezenc bikin hatiye çêkirin û got: "Otoparka 20 hezar metre kare jî dane encumenê AKP'î."    Ertûş, bal kişand ser pirtûkçeya ku Wezareta Karên Navxweyî derbarê qeyûman de amade kiriye jî. Ertûş, anî ziman ku di pirtûkçeyê de hatiye gotin ku Şaredariya Colemêrgê 25.7 milyon TL deyn daye, lê belê ev deyn ê dema qeyûmê berê ye. Ertûş got: "Gav me şaredarî dewr girt, 209 milyon TL deynê wê hebû. Gava deynê wê mabû 195 milyon qeyûm hat tayinkirin. Madem ev qasî zelal inî nexwe bila aşkere bikin bê niha deynê şaredariyê çi qas e. Em ê heta dawiyê van nelirêtiyan bişopînin. Em ê di hilbijartina bê de qeyûman di sindoqan de binax bikin."