Malbatên girtiyan: Bila daxwazên wan bên qebûlkirin 2020-12-17 09:05:56 WAN - Malbatên girtiyên ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketine grevaa birçîbûnê, xwestin daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û ji bo piştgiriyê bang li her kesî kirin.  Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a girtiyan ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dane destpêkirin, ji 27'ê Mijdarê ve didome. Niha koma 5'emîn di grevê de ye. Girtiyan di peyamên şandin de destnîşan kirin ku heya tecrîd neyê şikandin dê bitêkoşin û xizmên wan jî xwestin ku rojek berî rojekê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.    CARA DUDOYAN E KETIYE GREVA BIRÇÎBÛNÊ    Yek ji girtiyên ku ket greva birçîbûnê jî Botan Tîmûr e. Tîmûr, 5 sal in di Girtîgeha Wanê ya Tîpa F'yê de ye. Dayika wî Zubeyde Tîmûr, anî ziman ku kurê wê di sala 2018'an de jî li dijî tecrîdê ketiye greva birçîbûnê û got: "Heqê kesî tune ye ku zarokên me têxin vî halî. Îşkenceyê li girtiyan dikin. Pêdiviyên wan nadin wan. Rojname û pirtûkan nadin wan. Her roj davêjin ser odeyên wan. Em van tiştan qebûl nakin."    BANGAWAZΠ   Dayik Tîmûr, anî ziman ku daxwazên girtiyan ne ew daxwazin ku neyên qebûlkirin û xwest malbat jî li dijî tecrîdê rabin. Tîmûr got: "Hin girtî nexweş in û wan nabin ser bijîşk. Dermanên wan jî nadin wan. Ez bixwe diçim dibînim, rewşa wan. Gava ez diçim cem kurê xwe û pê re diaxivim binpêkirinên li girtîgehê radigihîne. Kurê min dibêje dê li ber îşkence û zulmê li ber xwe bidin. Em jî divê alîkariya wan bikin û bibin dengê wan."    ŞERT Û MERCÊN GIRTÎGEHÊ    Dîlan Yildirim jî di greva birçîbûnê de ye. Yildirim 4 sal in di Girtîgeha Tarsûs a Tîpa T'yê de ye.   Dayika wê Saniye Yildirim, xwest daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û greva birçîbûnê bi dawî bibe. Yildirim got: "Gava bi keça xwe re diaxivim, dibêje şert û merc pir giran in. Keça min dibêje gava nexweş dikevin ancax 4-5 meh şûn de wan dibin nexweşxaneyê. Xwarin kêm e. Bi derfetên xwe jiyana xwe didomînin. Dixwazin hem tecrîda li ser wan bê rakirin hem jî nexweş bên tedawîkirin."