Grevên birçîbûnê ket roja 21’an 2020-12-17 10:22:45 AMED - Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku girtiyan li dijî tecrîdê dan destpêkirin, di roja 21’emîn de didome. Girtiyan, diyar kirin ku heta ku tecrîd neyê şikandin wê çalakiya xwa berdewam bikin.    Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku girtiyan ji doza PKK û PAJK’ê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di 27’ê Mijdarê de dan destpêkirin, berdewam dike. Çalakiya ku ji aliyê koma 5’emîn ve tê domandin ket roja 21’an.    ‘EM BI BIRYAR IN’   Girtiyan, diyar kirin ku sedema binpêkirina mafên li girtîgehan tecrîda li ser Ocalan e. Xizmên girtiyan jî, anî ziman ku daxwazên girtiyan daxwqazên wane û bang kirin ku ji çalakiyên greva birçîbûnê re bibin deng.    Serhat Karsû yê ku li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereya Rîzeyê dimîne, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe de, ragihand ku ew ê jî bikeve çalakiya greva birçîbûnê û wiha got: “Sedema bingehîn a ketina me ya çalakiya greva birçîbûnê rakirina tecrîda li ser birêz Abdulah Ocalan e. Em bi biryar in ku çalakiyên xwe dewam bikin."   ‘DAXWAZÊN WAN DAXWAZÊN ME NE’   Birayê Karsû, Necat Karsû jî, destnîşan kir ku birayê wî di çalakiya grevên birçîbûnê ya 2018’an de jî cih girtibû û wiha axivî: “Daxwaza me ewe ku daxwazên girtiyan bi cih werin û aştiyek pêk were. Bila neheqî û zilma li ser girtiyan bê rakirin. Daxwazên wan daxwazên me ne.”   ‘ARMANÇ ŞIKANDINA TECRÎDÊ YE’   Erkan Tamîr ê piştî 3 salan beriya 2 mehan ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 4 a Şakrana Îzmîrê hatibû berdan jî, diyar kir ku armanca çalakiya greva birçîbûnê ya bingehîn, bi şikandina tecrîdê azadbûna Ocalan e. Tamîr, da zanîn ku ji bo ku civak azad bibe, divê Ocalan azad bibe û wiha got: “Bi vê paradîgmayê jiyanek hat avakirin û heta ku em hebin wê wiha jî berdewam bike. Ji ber wê yeke heke ev paradigma nebe tu wateya jiyanê jî namîne. Ji ber wê ev têkoşîn tê meşandin.”    Tamîr, dest nîşan kir ku ji bo ku çalakiya greva birçîbûnê serbikeve divê ji derve bernameyeke baş bê amadekirin û xwest ku hemû derfet bi awayekî baş werin bikaranîn û ji dengê girtiyan re bibin deng.