Di doza Hrant Dînk de parêzeran parastin nekir 2020-12-17 13:01:46   STENBOL – Di danişîna doza peywirdarên cemaweriyê yên ku berpirsyariya wan di cînayeta Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agos’ê de heye de parêzvanên malbata Dînk li dijî mutalaaya dozger parastin nekirin.    113’emîn danişîna doza peywirdarên cemaweriyê yên ku berpirsyariya wan di cînayeta Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agos’ê de heye li 14’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê ya Çaglayanê hat dîtin. Bersûc Alî Fûat Yilmazer, Ramazan Akyurek, Taner Bulent Demîrel û Mehmet Ûçar ku ji hin dosyayên din girtî ne, bi rêya SEGBÎS’ê tevlî danişînê bûn. Bersûcên ku berdayî tên darizandin Adem Sarigol, Reşat Altay û Abdûllah Dînç jî li danişînê amade bûn.    PARÊZERAN PARASTIN NEKIR   Danişînê piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û destpêkê parêzerên malbata Dînk, îttîrazî dema 2 rojan a ji bo parastina li dijî mutalaaya dozger a dozê ku ji 68 rûpelan pêk tê kirin. Parêzeran, destnîşan kirin ku ji ber ku wê di 2 rojan de parastineke berfireh amade nekin û li dijî mutalaayê parastine nekin.    Piştre bersûcan mafê axaftinê girtin û sûcdariyên li xwe red kirin û daxwaza beraeta xwe kirin. Parêzerên wan jî gotin ku tiştekî ku bibêjin tuneye û daxwaza beraeta xwe kirin.    DANEŞÎN TALOQ BÛ   Piştî parastinan heyeta dadgehê ji bo ku komek bersûc guhdar bike danişînê taloqî 22-23-24’ê kanûnê kir.    Dozger, di mutalaaya xwe de ji bo 53 kesan ceza û ji bo 11 kesan beraet xwest û ji bo 12 kesan jî xwest ku dosyayên wan bên cihêkirin.