Dozger 4 girtiyên ku daxwazname şandin ceza kir 2020-12-17 14:38:08 MÊRDÎN - Dozgerê Înfazê yê Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê, li 4 jinên ku daxwazname ji Wezareta Dadê re şandibûn, ji bo her yekê 11 roj cezayê hucreyê birîn.    Girtiyên siyasî di 27'ê Mijdarê de bi armanca dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bînin dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger kiribûn. Çalakiya girtiyan a greva birçîbûnê di roja 21'an de berdewam dike. Li Girtîgehên Jinan a Tîpa L a Antalya û Girtîgeha Tîpa T a Akçadag a Meletiye jî çalakiyên girtiyan ên greva birçîbûnê didomin. Bi greva birçîbunê re binpêkirina mafan zêde bûne. Girtiyên ku bi armanca daxwazên xwe bînin ziman ji Wezareta Dadê re daxazname nivîsandin, Dozgerniya înfazê ya girtîgehê cezayê hucreyê li wan birî. 4 girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Tîpa L  a Antalyayê girtî, bi riya malbatê diyar kirin ku ji ber wan ji Wezareta Dadê re daxwazname şandine ji bo her yekê 11 roj cezayê hucreyê li wan hatiye birîn.    Girtî Zelal Başboga, bi riya malbatê anî ziman ku wan ji bo daxwazên xwe ji Wezareta Dadê re daxwazname şandine, lê Dozgerê înfazê bi hinceta "Propaganda rêxistinê kiriye" lêpirsîna dîsîplinê li wan vekirine û piştî lêpirsînê li 4 jinan ji bo her yekê 11 roj cezayê hucreyê birîne. Başboga anî ziman ku zextên li ser girtiyan zêde bûne.   Bav Îzzettin Başboga jî bertek nîşanî ceza da û xwest daxwazên girtiyan li ber çavan bê girtin. Başboga xwest di vê pêvajoyê de her kes li daxwazên girtiyan xwedi derkevin.    'KALORÎFERAN PÊ NAXIN'    Girtiyê li Girtîgeha Tîpa T a Akçadag a Meletiyê Zeyyat Agaoglu jî bi reya telefonê agahî da malbatê û diyar kir ku li gel demsala zivistanê dest pê kiriye û hewa sar bûye jî hêj kaloriferên girtîgehê pênexistine û wiha got: "Hewa sar e. Lê kaloriferên me pênakevin. Em dicemidin. 2 meh cezayê ragihandinê dane me. Ji ber wê em nikarin mafê telefonê bikar bînin.    Em bang li rayedarên ÎHD'ê dikin li girtîgehan lêkolîn bikin.