Di doza Ayten Adiguzel de biryar nehat dayîn 2020-12-17 15:28:39   STENBOL – Di doza Hasan Gelîgozoglû yê ku Ayten Adiguzel qetil kiribû, ji ber ku bi sedema koronayê parêzerê wî beşdar nebû, biryar nehat dayîn.   Li Stenbolê di sal 2018’an de Hasan Delîoglû, Ayten Adiguzel qetil kiribû. Delîoglû yê kujer ku girtî tê darizandin danişîna doza wî li Dadgeha Cezayê Giran a 14’emîn a Bakirkoya Stenbolê hat lidarxistin. Parêzer Hasret Adiguzel di danişînê de amade bû. Parêzerê bersûc bi boneya vîrûsa koronayê (Kovîd-19) mazeret nîşan da û beşdarî danişînê nebû. Bersûc Delîoglû yê ji sûcên “Ji paşnavê jorîn bi qestî kes kuştin” û “sîleha bêrûhset li ser xwe gerandiye” tê darizandin jî li eywana danişînê amade kirin.   Endamên Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin jî doz şopandin. Bi boneya parêzerê bersûc bi hêceta Kovîd-19 beşdarî danişînê nebû, dadger danişînê taloqî 29’ê kanûnê kir.   Danişîna beriya viya dozger biryara xwe dabû û xwestibû kujer were cezakirin.   Piştî danişînê malbata Adiguzel, parêzerê wê û endamên Platformê li ber edliyê daxuyanî dan çapemeniyê û diyar kirin ku heta edalet pêk were û kujer were cezakirin dê têkoşîna xwe bidomînin.