Dayika Girtî: Ew li hundir em jî wê li derve li berxwe bidin 2020-12-18 09:05:28   AMED - Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan li dijî tecrîda Îmraliyê dan destpêkirin ket roja 22’an. Dayika girtî Mehmet Yildirim ê ku di koma 3’yemîn a greva birçîbûnê de cih girt, Hazal Yildirim, diyar kir ku girtî wê di hundir de, ewê jî dê li derve li berxwe bidin.   Girtiyan têkildarî rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan a ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê de dimîne, di 27’ê Mijdarê de çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger dest pê kirin. Çalakiya grevê duh koma 5’emîn dewr girt. Di roja 22’yemîn a greva birçîbûnê de, xizmên girtiyan xwestin ku daxwazên zarokên wan bên bi cihanîn.    Yek ji girtiyên ku ket greva birçîbûnê Mehmet Yildirim ê bi îdîayên “endamtiya rêxistinê”, “propagandaya rêxistinê kirin” û “Li dijî ‘Qanûna Meş û Xwepêşandanê ya bi hejmara 2911’ muhalefet kirin’ di sala 2009’an de hat girtin û 16 sal cezayê girtîhê lê hatiye birîne. Yildirim ê ku di 17 saliya xwe de hat girtin û niha li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê dimîne, di 8 salan de 4 caran tevlî çalakiyên greva birçîbûnê bûne. Yildirim ê 11 sal in girtî ye, bi destpêkirina çalakiya 27’ê Mijdarê re, bi cih girtina koma 3’yemîn re bû cara 5’emîne dikeve çalakiya greva birçîbûnê.   DAYIK YILDIRIM: EZ Ê LI BER XWE BIDIM   Dayik Mehmet Yildirim, Hazal Yildirim a 55 salî, rewşa lawê xwe vegot û bal kişand ser girîngiya çalakiya greva birçîbûnê. Yildirim, diyar kir ku di pêvajoyên grevên birçîbûnê yên beriya niha de, gelek caran çûye ber deriyê girtîgehan, her cara ku çûye jî ji aliyê polîsan tundî lê hatiye kirin, lê ligel hemû zext û tundiyan jî berxwedana xwe domandiye.   LI GIRTÎGEHÊ MEZIN BÛ   Yildirim, da zanîn lawê wê di çalakiya greva birçîbûnê ya 2018’an de jî ku girtiyan li dijî tecrîdê dabû destpêkirin 3 mehan cih girt û wiha got: “Dema lawê min ket girtîgehê 17 salî bû, birayê wî jî 7 salî bû. 11 sal in di girtîgehê de ye û niha jî birayê wî 18 salî ye. Dema em çûn hevdîtinê, birayê xwe nas nekir. Çi ji destê me were em amade ne ji bo wan bikin.”   Yildirim, dest nîşan kir ku girtî ji bo tecrîda li ser Ocalan were rakirin, bi malbata xwe re hevdîtinê bike û mafê wî yê telefonê hebe, ketine greva birçîbûnê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li dijî binpêkirinên mafan û zilma li girtîgehan serî radikin. Ew li hundir, em ê jî dê li derve li ber xwe bidin. Em ê çûna xwe ya ber deriyê girtîgehan bidomînin. Ji bo zarokên xwe, em ê biçin mirinê jî. Girtî hemû zarokên me ne, tu ferqa wan nîne. Dema hejmara dayikan zêde be, polîs nikarin mudaxaleyê me bikin, ji ber wê yekê hejmara me çiqas zêde be ewqas baş e. Salek û 15 rojên lawê min mane ku were berdan. Ez dixwazim ew derkeve ne, cenazeyê wî.”   ÇARESERÎ LI SER MASEYÊ YE   Yildirim, xwest ku dewlet riyeke çareseriyê veke û wiha berdewam kir: “Çareserî bi pênûs çêdibe, mirin û kuştinê çênabe. Em dixwazin li ser maseyeykê çareserî hebe û biçin cem Ocalan.”   Yildirim, anî ziman ku di hevdîtina dawî ya telefonê de kurê wê gotiye “divê hemû gelê kurd piştevaniya çalakiya grevê bikin û hemû dayik rabin ser piyan." Yildirim, herî dawî xwest ku hemû dayikên aştiyê werin ba hev û daxwaza aştiyê biqîrin.   MA / Eylem Akdag