Ozen: Qirkirina Mereşê îro jî berdewam dike 2020-12-18 09:24:10   ENQERE - Li Mereşê 42 sal berê komkujiyek qewimî bû û 111 kes hatibûn kuştin. Ji şahidên komkujiyê Parlamenterê HDP’ê Zeynel Ozen diyar kir ku qirkirina wê demê di roja îroyîn de bi polîtîkaya “bêlewî hiştin û talan xwezayê” didome.”   Yek ji komkujiyên dîroka Tirkiyê ya herî tarî Komkujiya Mereşê ye. Komkujiya Mereşê di navbera 19-26’ê Kanûna 1978’an de pêk hatibû. 42 sal bi ser vê komkujiyê derbas bûn. Li gorî dane ango reqamên fermî 111 kesan di komkujiyê de hatine kuştin. Bi ser 200 malên aydê elewiyan hatin şewitandin û nêzî 100 dikan hatin talankirin. Li gel 42 sal bi ser vê komkujiyê re derbas bûn jî lê hesab nehatiye pirsîn û berpirsiyar nehatine darizandin.   Ji şahidên komkujiyê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Zeynel Ozen behsa komkujiyê ji ajansa me re kir.   ‘AMADEKARIYA 12’Ê ÎLONÊ BÛ’   Ozen diyar kir ku beriya komkujiya Mereşê, li Erzîngan, Meletî, Sêwaz, Elbîstan, Hatayê bûyer qewimîne û ji sedî hebî zêdetir kargeh hatine talankirin û bi dehan kes hatine qetilkirin û got: “Bi van komkujiyan zemîna darbeya faşîst a 12’ê Îlona 1980’yî hat amadekirin. Komkujiyan di nîsana 1978’an de dest pê kirin.”   ‘JI BO XWEDÊ ŞER BIKIN’   Ozen da zanîn ku bi armanca provokasyonan ji Enqereyê 3 bombe pakete şandine Mereşê û got: “Piştî provokasyona 19’ê kanûnê şûn ve kargeh û malên aydê elewiyan hemû hatin deqkirin. Li ser malan nivîsên wek ‘ji bo Xwedî şer bikin’ hatibûn nivîsandin. Piştî provokasyonan navenda Mereşê hat dorpêçkirin û kommkujî pêk hat. Di komkujiyê de gelek însanên me canê xwe ji dest dan û birîndar bûn. Mal û milên me elewiyan hatin talankirin.”   ‘BERXWEDAN HEBÛ’   Ozen anî ziman ku têgihiştina ku li Mereşê berxwedan pêk nehatiye ne rast e û xelkê li ber xwe daye û got: “3 roj dagirker ango êrişkar neketin hundirê taxan. Parastin û berxwedana xelkê pêşî li kuştina bi sedan însan girt.”   ‘LI MEREŞÊ QIRKIRIN PÊK HAT’   Ozen bi bîr xist ku li Mereşê li gorî reqamên fermî 111 kes hatiye qetilkirin û wiha got: “Lê belê hejmar kuştiyan zêdetir e. Kujerên esas ên li pey bûyerê nehatin darizandin. Niha jî mehkeme berdewam dike. Şehîdên me bi komî hatine veşartin û niha gorên wan nîne. Tiştên li Mereşê qewimî qirkirin bû. Kalepîr û jin û zarokên me qetil kirin. Dixwestin civakekî tune bikin. Komkujiya Mereşê jî dewama komkujiyên Dersim û Qoçgirî ye. Piştî komkujiya Mereşê, komkujiyên Çorûm û Gaziyê jî pêk hatin. Ev komkujî hemû bi destên dewletê pêk hatin. Dîroka elewiyan dîroka komkujiyan e. Di roja me ya îroyîn de li şûna komkujiyan dixwazin elewîtiyê tune bikin. Li Mereşê xwestin bêelewî bihêlin. Li wê heremê jî ev polîtîka bi ser ket û Mereş bêelewî ma. Qirkirinên wê demê di roja îroyîn de bi polîtîkaya bêlewî hiştin û talan xwezayê, tunekirina bawerî û çanda elewîtiyê didome.”   MA / Emrûllah Acar