Li 17 bajaran rapirsî: Pirsgirêka herî bingehîn pirsgirêka kurd e 2020-12-18 09:29:39 NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo-Polîtîk rapirsiyek têkildarî kêşeyên Tirkiyê çêkir. Di vê rapirsiyê de “Pirgirêka kurd” derket pêş. Ji bo çareserkirinê jî pêşniyazên “vegera li pêvajoya çareseriyê” û “demokratîkbûnê” hatin kirin.   Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo-Polîtîk di navbera 3-13’ê kanûnê de li 17 bajaran bi rêya onlîne rapirsiyek çêkir. 896 kes beşdarî rapirsiyê bûne. Encama vê rapirsiyê di bin navê “Rapora Lêkolîna Rojeva Siyasî û Meyla Tevahiya Tirkiyê” eşkere kir. Rapirsî li Amed, Êlih, Mêrdîn, Wan, Riha, Dîlok, Şirnex, Mûş û Çewlig, Stenbol, Enqere, Îzmîr, Mûgla, Bûrsa Samsûn, Kayserî, Mêrsîn hat çêkirin. Di rapirsiyê de “reforma” ku qala wê têk irin û bendewariyên Tirkiyê û li dijî vê çarserkirin hatiye pirsîn.   PIRSGIRÊKA HERÎ GIRÎNG PIRSGIRÊKA KURD E    Di rapirsiyê de ji sedî 65,2 zilam û ji sedî 34,8 jî jin bûne. Ji sedî 3’yan jî 2’yê wê ciwan bûne. Ji beşdaran pirsa “Li gorî we pirsgirêka 1’emîn a Tirkiyê ya herî girîng kîjan pirsgirêk e?” hatiye kirin. Ji sedî 34,6 beşdaran gotiye “Pirsgirêka kurd e.” Ji sedî 30,8’ê beşdaran jî gotiye “Krîza ekonomîk û bêkarî ye.” Ji sedî 15,4 jî gotiye “Pergala Hikumeta Serokkomariyê ye” ji sedî 9,2 jî gotine “nebûna demokrasiye”, û ji sedî 4,2 jî gotine “Rewşa heyî ya pergala hiqûqê” ye.   Pirgirêka herî girîng di rapirsiyê de derketiye pêş pirsa têkildarî “Pirsgirêka kurd e.” Li miqabilî vê pirse ji sedî 53,5 beşdaran xwestine “Pêvajoya çarseriyê dîsa vegere.” Ji sedî 20,60 beşdaran jî xwestine “demokratîkbûn” pêk were û ji sedî 19,40 beşdaran jî pêşniyaza “Destûrek bingehîn a wekhev” kirine.   MA / Ozgur Paksoy