Greva birçîbûnê di roja 22'yemîn de ye: Li Rihayê 9 girtî tevlî bûn 2020-12-18 09:55:40 AMED - Li girtîgehên Rihayê, 9 girtî bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger bûn.    Çalakiya greva birçîbûnê ya ku girtiyên PKK û PAJK'ê, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 27'ê Mijdarê de, dan dest pê kirin di roja 22'yemîn de dewam dike.   Hat diyar kirin ku li girtîgehên Rihayê, 9 girtiyan çalakiya greva birçîbûnê ya koma 5'emîn dewr girtin. Ji 9 girtiyên ketin greva birçîbûnê, 3 jê li Girtîgeha Tîpa Hejmara 1 a Rihayê, 4 jê li Girtîgeha Tîpa Hejmara 2 a Rihayê û 2 girtiyên din jî li Girtîgeha Tîpa T a Sîweregê dimînin.    Hat hînbûn ku navên girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Rihayê ketin greva birçîbûnê Mezlûm Dogan Taniş, Emîn Çelîktaş û Celal Keleş in.